Amasya û bajarên derdorê hejiyan
Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Amasyayê ya Tirkiyeyê erdhejeke bi hêza 4,6 pileyan rû da.
Birêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) da zanîn ku navenda erdhejê navçeya Taşovayê ya Amasyayê ye.
AFADê daxuyand ku erdhejê demjimêr 17:43yan rû daye û kûrahiya wê 6,21 kîlometre ye.
Li hêla din gelek bajarên li derdora Amasyayê jî bi bandora vê erdhejê hejiyan.