DEM Partî: Paşeroja Tirkiyeyê ne di şer de, di aştiyê de ye

Hewlêr (Rûdaw) - Encumena Partiyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), piştî civîna xwe ya 11-12ê Nîsanê ya li Enqereyê encamnameyek belav kir.

Di encamnameyê de hat destnîşankirin ku paşeroja Tirkiyeyê ne di şer û zextê de, di aştî û demokrasiyê de ye.

"Şerê li herêmê nîşana herifîna pergalê ye"

DEM Partiyê şerê Amerîka û Îsraîlê yê li Rojhilata Navîn wekî nîşana herifîna siyasî ya pergala kapîtalîst pênase kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku ev şer ne tenê herêmî ye, belkî şerê parvekirina çavkaniyên petrol û enerjiyê ye û baca herî giran gel didin.

DEM Partiyê piştgiriya xwe ya ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên herêmê, bi taybetî gelên Îranê, ducare kir.

"Pêvajoya aştiyê zerûretek e"

Di encamnameyê de hat diyarkirin ku çareserkirina demokratîk a Pirsgirêka Kurdan û avakirina aştiya civakî zerûreteke dîrokî ye.

DEM Partiyê hişyarî da ku nabe şerê li Rojhilata Navîn bibe hinceta hêdîkirina pêvajoyê yan jî girtina wê ya di nav polîtîkayên ewlehiyê de.

Ji bo pêşveçûna pêvajoyê, DEM Partiyê ev daxwaz rêz kirin:

  • Divê sererastkirinên yasayî bêyî derengketin werin rojeva Parlamentoyê.
  • Divê dawî li sepandina qeyûman were anîn û şaredarên ku qeyûm ketine şûna wan vegerin ser karê xwe.
  • Divê girtiyên siyasî werin berdan û li gorî pîvanên hiqûqa demokratîk sererastkirin werin kirin.
  • Divê "Yasaya Aşitiyê" ya ku aştiya civakî garantî dike, derkeve.

"Divê şertên xebatê yên azad ji bo Ocalan werin dabînkirin"

DEM Partiyê tekez kir ku ji bo sazîbûna aştiyê, divê ji bo Abdullah Ocalan şert û mercên xebatê yên azad û bi bandor werin dabînkirin da ku karibe ramanên xwe bi civakê, saziyên siyasî û aliyên peywendîdar re rasterast parve bike.

Krîza aborî û têkoşîna jinan

Di encamnameyê de hat gotin ku krîza aborî ne qeder e, encama tercîhên siyasî yên şaş e.

DEM Partiyê anî zimên ku heta demokratîkbûn pêk neyê, edaleta aborî jî pêk nayê.

Her wiha hat destnîşankirin ku li hemberî pergala mêrserwer û kuştina jinan, têkoşîna wan dê di her qadê de bidome.

Banga ji bo 1ê Gulanê

DEM Partiyê di dawiya encamnameya xwe de bang li hemû gelan, karker, jin û ciwanan kir ku bi dirûşma "Nan, Aştî, Edalet" bi awayekî xurt beşdarî xwenîşandanên 1ê Gulanê bibin.