Fîdan: Ti welat naxwaze bibe parçeyekî şerê li dijî Îranê

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li ser aloziya Amerîka û Îranê, Tengava Hurmizê, polîtîkayên Îsraîlê yên li herêmê û mijara Sûriyeyê nirxandin.

Fîdan diyar kir ku alî ji bo agirbestê dildar in û wî ji bo herêmê banga mîmariyeke nû ya ewlehiyê kir.

“Her du alî jî di mijara agirbestê de jidil in”

Fîdan li ser dan û standinên Amerîka û Îranê yên li Îslamabadê tên kirin destnîşan kir ku Tirkiye pêvajoyê ji nêz ve dişopîne.

Fîdan got, “Doh tevahiya rojê em bi aliyên dan û standinan re di nav pêwendiyê de bûn.

Ji bo em bibînin ka em çawa dikarin tevkariyê li rewşa derketiye holê bikin û pirsgirêk li kû derê asê dimîne.”

Fîdan ragihand ku aliyê Amerîkayê helwesteke zelaltir nîşan daye û pêvajo di dosyaya nukleerî de asê maye û wiha axivî:

“Amerîkiyan daxuyaniyeke zelaltir da. Vance civîneke rojnamegeriyê li dar xist û got ku wan pêşniyarek aniye ser maseyê û asêbûn di mijara nukleerî de ye.”

Fîdan bal kişand ser wê yekê ku helwestên destpêkê yên aliyan tund bûn lê ev yek di pêvajoyên dan û standinan de asayî ye û pê de çû:

“Bi derswergirtina ji beşdarbûna demdirêj a di nav dan û standinan de, aliyan helwestên xwe yên destpêkê diyar kirin.

Ev yek her tim maksîmalîst dibe. Tiştê ku ez dibînim her du alî jî di mijara agirbestê de jidil in û pêdiviya wê dizanin.”

“Di mijara nukleerî de `ya hemû ya hîç` bibe dê astengî derkeve”

Fîdan diyar kir ku zehmet e dan û standin di demeke kurt de bi encam bibin û bal kişand ser wê yekê ku dibe pêvajo dirêj bibe:

“Dema hûn li mijarên ku dan û standin li ser wan tên kirin dinêrin, girêdana wan a bi belgeyeke dawî ve di nav 15 rojan de dibe ku ji aliyê teknîkî ve ne pêkan bûya.”

Fîdan da zanîn ku dibe agirbest were dirêjkirin û hişyariya xwe ya krîtîk bi van gotinan anî zimên:

“Eger alî baş biçin dibe ku agirbesteke din were rojevê da ku dan û standin bidomin.

Eger di mijara nukleerî de bûyer vegere ‘ya hemû ya hîç’ê dibe ku em li wê derê rastî astengiyekê bên.”

Fîdan destnîşan kir ku Tirkiye her tim nîşaneya vê yekê dide û eger alî baş biçin ji bo ku dan û standin 45 an jî 60 rojî bidomin dibe ku agirbesteke din were rojevê.

“Tengava Hurmizê bandoreke cîhanî çêdike”

Fîdan eşkere kir ku Tengava Hurmizê ji bo ewlehiya enerjiya cîhanî xwedî girîngiyeke krîtîk e.

Fîdan got, “Tengava Hurmizê mînaka herî girîng e ku nîşan dide bandorên şer ne herêmî ne, cîhanî ne” û xwe lê berda:

“Ew der cihek e ku ji sedî 20-25ê pêdiviya xaza xwezayî û petrolê ya cîhanê lê tê dabînkirin.”

Fîdan diyar kir ku girtina tengavê bandorê li zincîrên dabînkirinê yên cîhanî dike û anî zimên:

“Em bi rîska qutbûna zincîreke lojîstîk a pir mezin re rûbirû ne.

Bi agirbestê re prensîba vekirina Tengava Hurmizê û pêbendbûna her aliyî bi agirbestê ve hat bipêşxistin.”

“Ti kes naxwaze bibe parçeyekî şerê li dijî Îranê”

Fîdan qala bangên Serokê Amerîkayê Donald Trump ên li NATOyê kir û diyar kir ku welat di vê mijarê de dûr disekinin:

“Di navbera hewldana vekirîhiştina tengavê û bûyîna parçeyekî şerê li dijî Îranê de cudahiyek heye. Ti kes naxwaze bibe parçeyekî şerê li dijî Îranê.”

Fîdan helwesta Tirkiyeyê jî wiha anî zimên, “Ev helwesta me ye jî lê ji bo çareserkirina pirsgirêkê em tiştê ji destê me tê dikin.”

“Midaxeleya leşkerî ya navneteweyî zehmet e”

Fîdan bal kişand ser nîqaşên şandina hêzên navneteweyî ya ji bo Tengava Hurmizê û bi hişyarî nêzîkî vê bijardeyê bû:

“Helwesta me ew e ku ev der bi rêya aştiyê were vekirin. Zehmetiyên midaxelekirina bi hêzeke aştîparêz a çekdar a navneteweyî gelek in.”

Fîdan diyar kir ku gelek welat naxwazin tevlî mîsyoneke bi vî rengî bibin û destnîşan kir ku divê çareserî bi dan û standinan were dîtin.

Sûriye û HSD

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan, bal kişand ser rewşa Sûriyeyê û diyar kir ku divê pergala rêveberiyê ya li wî welatî hemû pêkhateyan hembêz bike.

Fîdan her wiha Sûriye li hemberî metirsiyên Îsraîlê hişyar kir.

Hakan Fîdan li ser geşedanên dawî yên li herêmê axivî û got:

"Divê pergal xwe li ser zemîneke pir bihêz deyne. Em her tim pêşî vê pêşniyar dikin. Ev girîng e; piştgiriya gel girîng e."

Pêvajoya bi HSDyê re girîng e

Fîdan amaje bi pirsgirêkên ewlehiyê yên berbiçav kir û anî ziman ku domandina nexşerêya di pêvajoya entegrasyonê ya bi Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re girîng e.

Wezîrê Tirkiyeyê diyar kir ku wan dîtiye ku qonaxên pir girîng hatine derbaskirin û ew di civînên xwe yên bi rayedarên Sûriyeyê re vê mijarê bi hûrgilî dinirxînin.

Fîdan got: "Ji ber ku nirxandinên me yên ewlehiyê hene, îstixbarata me heye, lê di heman demê de dostên me vê bûyerê çawa dibînin û pêşî li çi digirin?

Ev ji bo me girîng e ku em bigihîjin hin encaman. Ew mijar bi rastî niha heta astekê di rêya xwe de diçe. Lê hin armanc hene ku divê bigihêje wan."

Rewşa li Sweydayê û metirsiya Îsraîlê

Hakan Fîdan da zanîn ku li herêma Sweydayê, bi taybetî nediyariya ku Durzî tê de ne, "hîn jî didome."

Fîdan tekez kir ku xwestek, armanc û pratîka Îsraîlê ya ji bo bikaranîna vê derê diyar e û got,

"Divê birayên me yên Sûriyeyî vê rewşê bi xwe bi rê ve bibin."

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê tekezî li ser girîngiya sererastkirina wêraniya li Sûriyeyê kir û vegera xelkê, vejandina aboriyê û veberhênanan wek mînak nîşan da.

Îsraîl dê li benda dema xwe be

Li ser metirsiya "polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê ku hatine taloqkirin" Fîdan wiha axivî:

"(Îsraîl) Niha ji ber şerê li Îranê hin tiştan nake, lê ev nayê wê wateyê ku dê ti carî neke. Gava dema wê hat, dê bixwaze bike."

Fîdan da zanîn ku Sûriye niha di nav xebateke dîplomatîk a baş de ye û got:

"(Sûriye) Ji aliyê dîplomatîk ve, şikir ji Xwedê re, di hevdîtinên pêwîst ên bi Amerîkî û Îsraîliyan re û di parastina helwestên xwe de ti pirsgirêkên wan nînin.

Lê wek min got, nêrîna Netanyahu û tîma wî li ser vê mijarê diyar e. Em li hemberî vê yekê tedbîrên xwe digirin û pêngavên xwe diavêjin."

Fîdan di dawiyê de got, "(Metirsiya polîtîkayên Îsraîlê yên li ser Sûriyeyê) Ji bo me qadeke berjewendiyên jiyanî û ewlehiyê ye.

Pêwîst e em li vir ji bo her cure senaryoyê amade bin."

“Berfirehxwaziya Îsraîlê li Libnanê didome”

Fîdan bi gotinên tund operasyonên Îsraîlê yên li Libnanê rexne kirin û got:

“Dema hûn li dagirkeriya Îsraîlê dinêrin ev yek parçeyekî berfirehxwaziya Îsraîlê ya herêmî ye, senaryoyeke pir naskirî heye.