YSK: Endamên baroyan nikarin bibin çavdêrên sindoqên hilbijartinê

Hewlêr (Rûdaw) - Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyê (YSK) li ser serlêdana serokatiyên baroyên Mêrdîn û Êlihê biryar da ku serok û endamên baroyan li ser sindoqan nikarin wek “çavdêr” kar bikin lê wek dengderekî dikarin hejmartina dengan temaşe bikin û di çarçoveya yasayê de mafên xwe yê nerazîbûnê bikar bînin.

Serokatiyên Baroyên Mêrdîn û Êlihê ji bo di hilbijartinên 14ê Gulanê de serok û endamên baroyan li qadên dibistan û sindoqên dê dengê xwe bikar bînin bikaribin wek “çavdêr” cihê xwe bigrin serlêdana Desteya Bilind a Hilbijartinan kiribûn.

Desteya Bilind a Hilbijartinan li ser serlêdana baroyan biryar da ku li gor yasaya derbarê dengder û hikmên bingehîn ên hilbijartinan hatiye diyarkirin de, dê kî bibe çavdêr û di nav wan kesan de derveyî partiyên siyasî ti rêxistinên sivîl yên civakî cihê xwe di nav de nagrin mijareke zelal e.

Ji ber vê yekê YSKê biryar daye ku serok û endamên baroyan li qadên sindoqan nikarin wek “çavdêr” kar bikin lê wek dengderekî dikarin jimartina dengan temaşe bikin. Herwiha hatiye gotin ku serok û endamên baroyan di çarçoveya madeyên 110 û 112 yên yasaya hejmar 298 de dikarin mafên xwe yê nerazîbûnê bikar bînin.

Hilbijartinên 14ê Gulanê sibê roja Yekşemê tên kirin û ewlekariya sindoqan yek ji mijara sereke ya rojeva Tirkiyê ye.