Cuma Îçten: Em dê mafên xwe bihêztir biparêzin

Stenbol (Rûdaw) – Parlamenterê berê û pisporê zanista siyasetê Cuma Îçten, biryara xwefesixkirina PKKyê wekî “xaleke dîrokî” nirxand û got, “Em dê mafên xwe bihêztir biparêzin.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Cuma Îçten bû mêvanê weşana zindî ya li studyoya Stenbolê ya Rûdawê û pirsên Rawîn Stêrk bersivandin.

Cuma Îçten biryara xwefesixkirina PKKyê û pêvajoya nû ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nirxandin.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Cuma Îçten got:

“Pêvajo wekî ku em hemû dixwazin diçe pêş, em gelekî kêfxweş in û hêvîdar in.

Bi bidawîbûna pêvajoya şerê 47 salan li Tirkiyeyê serdemeke nû dest pê kiriye.”

“Bihar hat axa min”

Îçten bal kişand ser êş û travmayên civakî yên di dema borî de qewimîn û got:

“Di pêvajoya 47 salan de, me bedenên biçûk ên xwedî dilên mezin, Tirk û Kurd, bi hev re dane axê.

Em ji gundên xwe, war û welatê xwe hatin kirin.

Gelek kes xistin girtîgehan, derketin çiyayan û canê xwe ji dest da.

Li her deriyekî travma, hêsir û xwîn hene lê êdî ev kar bi dawî dibe.

Ji do û pê ve PKKyê dawî li îdeolojiya xwe anî. Ev tê wê wateyê ku bihar hatiye axa min.”

“Dewletê dezgehên wesayetparêz paqij kirin”

Îçten diyar kir ku di bidawîbûna pêvajoya şer de rûbirûbûna bi dezgehên wesayetparêz ên dewletê re û paqijkirina wan bibandor bûye.

Her wiha anî ziman ku piştî “hewldana darbeya 15ê Tîrmehê dewletê kariye biryarên saxlemtir bide”.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Cuma Îçten anî ziman:

“Dezgehên paralel û wesayetparêz ên di nava dewletê de, her gava dihat avêtin provoke dikir.

Piştî 15ê Tîrmehê dewlet ji van sazî û dezgehan xilas bû. Niha em bi gavên rasttir û bi hêvî bi pêş dikevin.”

“Rola Bahçelî diyarker bû”

Îçten derbarê pêvajoya çareseriyê, bi taybetî helwesta Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî jî destnîşan kir.

Îçten diyar kir gavên ku Bahçelî avêtin di pêvajoyê de bibandor bûn û da zanîn:

“Bi salan hem nijadperestiya Tirkan hem jî ya Kurdan hev xwedî kir.

Birêz Bahçelî gaveke pir radîkal avêt. Di şiklgirtina vê pêvajoyê de helwesta wî gelekî girîng bû.

Birêz Serokkomar Erdogan jî piştgirî da vê pêvajoyê.”

“Bi rawestandina çekan re dê demokratîkbûn xurttir bibe”

Îçten amaje pê kir ku pêvajoya çareseriyê ya berê tecrube dane Tirkiyeyê ku di rewşeke çek derketine derveyî mijarê de dê qada têkoşîna demokratîk xurttir bibe.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Cuma Îçten got:

“Me ji destpêkê ve têkoşîna çekdarî rast nedît.

Me parast ku bi rêyên demokratîk, di siyasetê de çareserî mimkun e.

Niha PKKyê jî qebûl kiriye ku têkoşîna çekdarî bi kêr nayê.

Êdî em dê daxwazên xwe yên demokratîk bihêztir bînin zimên.”

Îçten tekez kir ku pêvajoya heyî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo Tirkan û gelên din jî tê wateya destkeftiyan.

Parlamenterê berê yê AK Partiyê yê Amedê Cuma Îçten her wiha anî ziman:

“Li ser 780 hezar kîlometre çargoşe yên vî welatî mafê her kesî heye.

Ev dewlet dewleta min e jî. Bi demokratîkbûnê re em dê mafên xwe bihêztir biparêzin.”

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) doh li ser banga Abdullah Ocalan xwe fesix kir.