Encamên balkêş ên rapirsiya li ser Demîrtaş û Ocalan: Kî nûner e?

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqereyê (Ank-Ar) encamên rapirsiyeke nû eşkere kirin.

Rapirsî li ser nêrîna dengderan a derbarê Abdullah Ocalan û Selahattîn Demîrtaş de ye.

Li gorî encaman, li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Selahattîn Demîrtaş wekî nûnerê sereke derdikeve pêş.

Lê dengderên AK Partî û MHPyê bi awayekî balkêş dibêjin ku Abdullah Ocalan nûnertiya daxwaz û nêrînên Kurdan dike.

Navenda Lêkolîn û Şêwirmendiyê ya Enqereyê (Ank-Ar) di rapirsiya xwe ya dawî de pirsek ji beşdaran kir.

Pirsa wan ev bû: "Li gorî nêrîna we Selahattîn Demirtaş an jî Abdullah Ocalan baştir nûnertiya daxwaz û nêrînên Kurdan dike?"

Rêjeya herî zêde ji bo Demîrtaş e

Li gorî encamên giştî yên li seranserê Tirkiye û Bakurê Kurdistanê piraniya beşdaran li ser navê Selahattîn Demirtaş hemfikir in.

Beşdar dibêjin ku Demîrtaş zêdetir nûnertiya daxwazên Kurdan dike.

Li gorî amarên giştî, ji sedî 63,9ê beşdaran piştgirî daye Demîrtaş.

Lê rêjeya kesên ku Abdullah Ocalan wekî nûner dibînin di asta ji sedî 22,6an de maye.

Her wiha ji sedî 13,5ê beşdaran jî diyar kir ku ti fikra wan li ser vê pirsê tune.

Dengderên AK Partî û MHPyê Ocalan nîşan didin

Yek ji encamên herî balkêş ên vê rapirsiyê helwesta dengderên partiyên desthilatê ye.

Berovajî meyla giştî, dengderên AK Partî û MHPyê nêzîkî vebijêrka Abdullah Ocalan bûne.

Ji sedî 48ê dengderên AK Partiyê diyar kir ku Ocalan nûnerê daxwazên Kurdan e.

Lê ev rêje ji bo Demirtaş di nav dengderên AK Partiyê de di asta ji sedî 41ê de maye.

Li aliyê MHPyê jî tabloyeke bi vî rengî derketiye holê.

Ji sedî 44,5ê dengderên MHPyê Ocalan û ji sedî 40,9ê wan jî Demirtaş wekî nûner nîşan da.

Dengderên mixalefetê Demîrtaş dixwazin

Li gorî rapirsiyê di nav dengderên DEM Partiyê de, piştgiriya ji bo Selahattin Demirtaş 4 qatan ji ya Ocalan zêdetir e.

Ji sedî 80yê alîgirên DEM Partiyê diyar kir ku Demirtaş daxwazên wan baştir temsîl dike.

Lê tenê ji sedî 17,9ê wan Ocalan wekî nûner nîşan da.

Di nav partiyên mixalefetê de jî piştgiriyeke gelekî xurt ji bo Demirtaş heye.

Ji sedî 82,4ê dengderên CHPyê bawer dikin ku Demirtaş mixetabê sereke yê Kurdan e.

Ev rêje di nav dengderên ÎYÎ Partiyê de ji sedî 71,4 e û di nav dengderên Partiya Yenîden Refahê de jî ji sedî 69,1 e.

Ev encam nîşan didin ku her çend desthilat hewl dide Abdullah Ocalan wekî mixetabê bingehîn ê pêvajoyê derxe pêş jî, raya giştî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û bi taybetî Kurd, Selahattîn Demirtaş di zemînekî rewatir de dibînin.

Encamên rapirsiyê wiha ne:

Pirs: Kî baştir nûnertiya daxwaz û nêrînên Kurdan dike?

Bi Giştî: Ji sedî 63,9 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 22,6 Abdullah Ocalan, ji sedî 13,5 bêbiryar

AK Partî: Ji sedî 41 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 48 Abdullah Ocalan, ji sedî 11 bêbiryar

MHP: Ji sedî 40,9 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 44,5 Abdullah Ocalan, ji sedî 14,6 bêbiryar

DEM Partî: Ji sedî 80 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 17,9 Abdullah Ocalan, ji sedî 2,1 bêbiryar

CHP: Ji sedî 82,4 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 11,6 Abdullah Ocalan, ji sedî 6 bêbiryar

ÎYÎ Partî: Ji sedî 71,4 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 8,2 Abdullah Ocalan, ji sedî 20,4 bêbiryar

Partiya Yenîden Refahê: Ji sedî 69,1 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 21,8 Abdullah Ocalan, ji sedî 9,1 bêbiryar

Partiya Anahtarê: Ji sedî 72,6 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 8,2 Abdullah Ocalan, ji sedî 19,2 bêbiryar

Bêbiryar: Ji sedî 59,7 Selahattîn Demîrtaş, ji sedî 12,5 Abdullah Ocalan, ji sedî 27,8 bêbiryar