AK Partî: Heta ku PKK çekan daneyne gavên yasayî nayên avêtin

47 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Pêvajo PKK AK Partî DEM Partî CHP Yenî Yol Cuneyt Yuksel Bulent Kaya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di Lijne Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê de, pêşniyara mixalefetê ya ji bo nîqaşkirina gavên yasayî yên pêvajoya çareseriyê hat gotûbêjkirin.

Mixalefetê daxwaz kir ku hikûmet demildest gavên yasayî yên pêvajoyê biavêje.

Lê AK Partiyê careke din tekez kir ku mercê wan ê bingehîn ê ji bo derxistina yasayan danîna çekan a PKKyê ye.

Parlamentoya Tirkiyeyê îro li ser pêşniyara Partiya Yeni Yolê ya ji bo nirxandina qonaxa dawî ya pêvajoya çareseriyê û gavên yasayî civiya.

Lê di navbera desthilat û mixalefetê de li ser "rêbaz û dema" gavan nakokî derketin.

"Divê biryarên Dadgeha Mafên Mirovan werin bicihanîn"

Wekîlê Serokê Koma Partiya Yeni Yolê Bulent Kaya daxwaz kir ku xalên rapora Komîsyona Parlamentoyê yên derbarê gavên yasayî de demildest bikevin meriyetê.

Kaya rexne li helwesta hikûmetê ya derbarê pêvajoyê de girtin û got:

“Em girêdana gavên demokratîk a bi mercê danîna çekan re rast nabînin.

Divê biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn û sîstema qeyûman bi dawî bibe.

Ev mafên mirovî ne û nabe ku wekî amûreke bazirganiyê werin bikaranîn.”

Daxwazên DEM Partî û CHPyê

Li aliyê din Parlamenterê DEM Partiyê Saruhan Oluç jî daxwaz kir ku di Yasaya Înfazê û Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK) de sererastkirinên bilez werin kirin.

Parlamenterê CHPyê Okan Konuralp jî tekez kir ku tevî hemû astengiyan jî ew dê ji bo biserxistina aştiyê hewl bidin.

Mercê AK Partiyê: Danîna çekan a PKKyê

Li ser navê AK Partiyê, Serokê Komîsyona Dadê ya Parlamentoyê û Parlamenterê Stenbolê Cuneyt Yuksel bersiva rexneyan da û helwesta partiya xwe diyar kir.

Yuksel destnîşan kir, heta ku fesihkirina rêxistinê û danîna çekan bi awayekî fermî ji aliyê saziyên dewletê ve neyê piştrastkirin ew dê ti gavan di warê yasayî de neavêjin.

Cuneyt Yuksel got, “Asta herî krîtîk a vê pêvajoyê, çekdanîn û fesixkirina PKKyê ye.

Tenê piştî destnîşankirina vê yekê gavên yasayî dikarin werin avêtin. Êdî ji vê pêvajoyê veger nîne.”

Rûniştin hat rawestandin

Piştî gotûbêjan, mixalefetê li ser pêşniyarê daxwaza dengdanê kir.

Lê Alîkara Serokê Parlamentoyê Pervîn Buldanê diyar kir ku hejmara yasayî ya parlamenterên di holê de têrê nake.

Ji ber vê yekê Pervîn Buldanê rûniştin rawestand û biryar da ku parlamento roja Pêncşemê saet 14:00an careke din bicive.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst