Hevserokê berê yê Şaxa HDPê ya Stenbolê hat desteserkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaxa HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş, hat desteserkirin. Bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê û propagandaya terorê” 12 sal ceza li Erbaş hatibû birîn.
Rêveberiya Ewlekariya Enqerê ragihand, Hevserokê berê yê Şaxa HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş roja 12ê Hezîranê ji aliyê hêzên wan ve di operasyonekê de hatiye desteserkirin.
Rêveberiya Ewlekariya Enqerê dibêje, dê piştî karên yasayî Erbaş bo girtîgehê bê şandin.
14emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê meha Kanûna 2022an di nav de hevserokên Şaxa HDPê ya Stenbolê Dogan Erbaş û Aysel Guzel li 11 kesan bi hinceta “endamtiya rêxistina terorê” û “propagandaya terorê” di navbera 6 heta 12 salan de ceza birîbû.