Erdogan: Em êrişên hovane yên li ser Îranê şermezar dikin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li ser êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê daxuyanî da.
Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku êrişên Îsraîlê provokasyoneke eşkere ne û hiqûqa navneteweyî bin pê dikin.
Serokkomarê Tirkiyeyê eşkere kir ku birêveberiya Netanyahu bi tevgerên xwe yên nerewa dixwaze herêmê û hemû cîhanê bikişîne nava karesateke mezin.
Recep Tayyîp Erdogan li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrişên Îsraîlê de daxuyaniyek belav kir.
Erdogan da zanîn ku birêveberiya Netanyahu bi kiryarên xwe dixwaze herêmê û tevahiya cîhanê bixe nav karesatê û bang li dewletên navneteweyî kir ku li dijî Îsraîlê helwêsta xwe diyar bikin.
Erdogan bangî civata navneteweyî kir
Erdogan di peyama xwe de got: "Civaka navneteweyî divê niha dawî li eşqiyatiya Îsraîlê bîne ku aramiya cîhanê û herêmê armanc dike.
Divê pêşî li êrişên Netanyahu û tora wî ya komkujiyê were girtin ku tevahiya herêma me dixe nav agir.
Îro em careke din diyar dikin ku em naxwazin li Rojhilata Navîn zêdetir xwîn, wêranî û şer bibînin.
Wekî Tirkiye em êrişên hovane yên li dijî cîranê xwe Îranê şermezar dikin.
Êrişên Îsraîlê yên dijî Îrana cîranê me provokasyoneke eşkere ye ku hiqûqa navneteweyî bin pê dike."
Serokkomarê Tirkiyeyê destnîşan kir ku divê civaka navneteweyî êdî rê li ber Îsraîlê bigire ku êrişî seqamgîriya gerdûnî û herêmî dike.
#GRAFÎK - Îsraîlê bi balafirên şer bi tundî Îran bombebaran kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) June 13, 2025
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan: Hikûmeta Netanyahu bi van kiryarên xwe me hemûyan ber bi karesatekê ve dibe#Israel #Iran pic.twitter.com/wCDZgA1CrJ
Çi bûbû?
Îsraîlê destê sibehê nêzîkî saet 03:01ê bi mûşekan tesîsên nukleerî û baregehên leşkerî yên Îranê bombebaran kirin.
Wezareta Parastinê ya Îsraîlê ragihand, di encama êrişa wan a asmanî ya berfireh a li ser çend herêmên cuda yên Îranê de, piraniya fermandarên bilind ên Hêza Asmanî ya Supaya Pasdaran hatine kuştin.
Di êrişan de kuştina Fermandarê Supaya Pasdaran Husên Selamî û Sererkanê Giştî yê Îranê Mihemed Baqirî hat piştrastkirin.
Ajansa Tesnîmê ya Îranê navên zanayên nukleerî yên ku hatine kuştin ragihandin ku wiha ne:
“Ebdulhemîd Menûçehr, Ehmed Riza Zulfikarî, Emîr Husên Fiqhî, Motlabîzade, Mihemed Mehdî Tehrançî û Fereydûn Ebasî.”
Artêşa Îsraîlê diyar kiribû ku Fermandarê Hêza Asmanî û Dronî ya Supaya Pasdaran Emîr Hacizade jî hatiye kuştin.
Berdevkê Heyva Sor a Îranê Micteba Xalidî li ser encamên êrişên Îsraîlê daxuyanî da û got, "Di encama êrişên Îsraîlê yên li ser Îranê de li 12 parêzgehan 121 kes birîndar bûne."
Li hêla din, êrişa Îsraîlê bû sedema bertekên herêmî û navneteweyî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku ew ji êrişa Îsraîlê li Îranê agahdar bûye û diyar kir ku ew dê destûrê nedin ku Îran bibe xwediyê çekên nukleerî.
Divê were gotin ku Îranê jî bi mûşek û dronan bersiv da êrişên Îsraîlê.