Parlamenterê HUDA-PARê Ramanlî: Divê endamtiya Swêdê ya NATOyê bê vetokirin

13-07-2023
Zînê Cahîde Akgul
Nîşan HUDA PAR Serkan Ramanlî Swêd NATO Veto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê HUDA-PARê Serkan Ramanlî diyar kir ku divê endamtiya Swêdê ya NATOyê bê vetokirin û ambargoya dîplomatîk li ser wî welatî bê cîbicîkirin.

Parlamenterê HUDA-PARê yê Êlihê Serkan Ramanlî duh 12ê Temûza 2023an li Parlamentoya Tirkiyê li ser mijarên di rojevê de civîneke çapemeniyê saz kir.

Ramanlî amaje bi wê yekê da ku di dema nû de divê hemû partiyên siyasî yên desthilat û opozîsyonê ji bo destûreke nû bên ba hev û pêşwazî li bendewariyên civakî bê kirin.

Ramanlî herwiha got, rojeveke bingehîn a parlamentoyê jî divê çêkirina destûreke bingehîn a sivîl be.

Parlamenterê HUDA-PARê li ser mijara endamtiya Swêdê ya NATOyê jî axivî û got, polîsên Swêdê rê dane çalakiyên şewitandina Quranê û ev yek dijminatiya Îslamê ye. Ramanlî tekez kir, ku pêwîst e endamtiya Swêdê ya NATOyê were vetokirin.

Civîna yekalîker a sê alî ya Serokkomarê Tirkiyê, Serokwezîrê Swêdê û Sekreterê Giştî yê NATOyê li Vilniusa paytexta Lîtwanyayê hat kirin. Di civînê de Erdogan glopa kesk bo endambûna Swêdê ya NATOyê pêxist, bi vê jî Swêd nêzîkî wê yekê bûye ku bibe 32emîn endamê wê rêxistinê.

Di 11 û 12ê Temûzê de lûtkeya NATOyê li Lîtwanyayê hat sazkirin û 31 endamên wê hevpeymaniya leşkerî mijarên di rojeva xwe de gotûbêj kirin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst