Li Enqereyê agir bi avahiyeke 26 qatî ket, 1 jê pitik 3 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çankayayê ya Enqereya paytexta Tirkiyeyê agir bi avahiyeke 26 qatî ket.

Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de 3 kes mirine ku yek ji wan pitikeke sê meh û nîvî ye.

Her wiha dû û dûkêlê bandor li 39 kesan kiriye ku 7 ji wan jî karmendên tîmên parastinê yên sivîl in.

Bûyerê şeva borî derdora demjimêr 22:00yan li Taxa Alacaatliyê rû da.

Li gorî agahiyan, ji ber sedemeke nediyar li qata çarem a avahiyeke 26 qatî şewat derket.

Agir di demeke kurt de li qatên din jî belav bû.

Li ser agahdarkirinê gelek tîmên parastinê yên sivîl, polîs, tîmên tenduristiyê û AFAD çûn cihê bûyerê.

Agir piştî çar demjimêran ji aliyê tîmên hat kontrolkirin.

Hatiye ragihandin ku tîmên tenduristiyê li cihê bûyerê li ser pêyan 26 kes derman kirine û 20 kes şandine nexweşxaneyên cuda yên li Enqereyê.

Li gorî agahiyên destpêkê, di şewatê de 3 kes mirine ku yek ji wan pitikeke sê meh û nîvî ye.

Tê gotin ku rewşa yekî ji birîndaran giran e.