Îbrahîm Tatlises: Ji bo aştiyê çayeke xweş hat DEMkirin
Hewlêr (Rûdaw) - Îbrahîm Tatlises piştî daxuyaniya Erdogan got, "Ji bo aştiyê çayeke xweş hat DEMkirin, bila AK Partî, MHP û DEM Partî sax bin.”
30 gerîlayên Partiyê Karkerên Kurdistanê (PKK) 11ê Tîrmehê ji bo nîşandana niyetpakiyê li Silêmaniyê çekên xwe şewitandin.
Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan jî doh daxuyaniyek da û got, "Îro rojeke nû ye, îro di dîrokê de rûpeleke nû vebûye."
Hunermend Îbrahîm Tatlises piştî van pêngav û daxuyaniyan jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev peyam belav kir:
"Çayeke xweş ji bo sifreya aştiyê hat DEMkirin, em dilop bi dilop vexwin.
Bila AK Partî, MHP û DEM Partî sax bin, her hebin."