Erdogan: Mafê ti kesî nîne pêvajoyê têk bide
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, derbarê pêvajoya nû ya çareseriyê û destpêkirina pêvajoya çekdanîna PKKyê de got, "Mafê ti kesî nîne ku pêvajoyê têk bibe, xera bike, sabote bike û bi taybetî di mijareke wiha de hesabên biçûk bike."
Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, di Civîna 32yemîn a Şêwir û Nirxandinê ya partiya xwe ya li Kizilcahamamê de axaftina xwe ya dawî pêşkêş kir.
Erdogan di axaftina xwe de bi kurtasî wiha got:
“Du rojan di rûniştinên me de rûniştinên biberhem çêbûn. Me li ser gelek mijaran nêrînên xwe parve kirin.
Me pirsgirêkên welatê xwe û gelê xwe danîn ser maseyê. Me mijarên derbarê dema pêş de nirxandin. Wezîrên me nêrînên xwe parve kirin û bersiva pirsan da.
“Ev hişmendiya hevpar dê rêya polîtîkayên me ronî bike”
Asta ku Tirkiyeya bêteror gihiştiyê, bêguman sernavê me yê herî girîng bû. Her wiha hevalên me li ser mijarên din ên girîng jî agahdarî dan.
Em jî bi hevalên xwe yên beşdar re civiyan. Înşallah ev hişmendiya hevpar a ku li vir derket holê dê ji bo pêşxistin û bicihanîna polîtîkayên me bibe ronahî.
Deriyên serdemeke nû li ber welatê me vedibin.
“Serokê meclisa me avakirina komîsyonê rêve dibe”
Em armanca xwe ya sedsala Tirkiyeyê gav bi gav bi cih tînin. Em digihîjin ber sînorê rizgarkirina ji prangayên terorê.
Sebra me ya nîv sedsalê digihîje selametiyê. Merasima roja înê ji vî alî ve watedar bû.
Me pêvajoya radestkirina çekan li qadê bi baldarî şopand. Jixwe serokê meclisa me avakirina komîsyonê bi rê ve dibe.
Em hêvî dikin ku di demeke nêzîk de ji wir jî nûçeyên baş wergirin.
Mafê ti kesî nîne ku pêvajoyê têk bibe, sabote bike û hesabên biçûk bike.
Em di rojên wisa re derbas dibin ku divê siyasetmedar erkên xwe yên li hemberî milet bi cih bînin.
“Em siyaseta biçûk nakin”
Heke mijar paşeroja miletê Tirk be, em bi her kesî re diaxivin. Em siyaseta biçûk nakin, em siyaseta welêt dikin. Em siyaseta Tirkiyeyê, siyaseta şaristaniyê dikin.
Ev serdema nû ne tenê li ser AK Partî û Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) bar e, her wiha li ser hemû aktorên siyasî berpirsiyariyên girîng datîne.
Em girîng dibînin ku rêveberên partiyan tevlî pêvajoyê bibin. Em wekî 3 partiyan, bi biryar in ku vê pêvajoyê heta dawiyê bi selametî bi rê ve bibin.
Di serdemeke ku cîhan û herêma me ji nû ve tê avakirin de, em tenê bi vî rengî dikarin welatê xwe bigihînin cihê ku heq dike û em tenê bi vî awayî dikarin Tirkiyeyeke mezin û bi hêz ava bikin."