Koçberî xemek e, lê nexweşiya di koçberiyê de hezar xem!

Enqere (Rûdaw) - Jiyana koçberiyê bi sere xwe zorî û zehmetiyên xwe hene, lê gellek caran jî koçber nexweş dibin û ew nexweşî jiyana koçberiyê li ber wan girantir dike. Mehmetemîn Mehmetemîn El Selman yek ji wan koçberanên sûrî ye ku nêzikî 5 salan e li Tirkiyê dijî û nexweşiyeke wî ya giran heye. Ev Kurdê Helebê ye û niha jî li Enqere ya paytexta Tirkiyê li benda alikariya reyaderan e.

 

Derdê Mehmetemîn El Selman ne tenê koçberî ye. ji ber ku wî zêdebarî koçberiya xwe  nexweşiyeke giran ya 22 salî jî pê re heye ku heta niha tevî çend neştergeriyan jî çi çareserî bo nehatine peydakirin.

 

El Selman derbarê rewşa xwe de ji Rûdawê re got: “Nêzîkî 20 heta 24 salin bi min re nexweşiya şekirê heye. Carekê ez hatime emeliyatkirin û ez sê heta çar mehan li nexweşxanê mam. Li nexweşxaneya Camîa ya Helebê. Beriya wê jî ez her dem diçime pizîşkan.”

 

Bi gotina El Selman wî nexweşiya qendê girtiye û 5 salên koçberiyê jî nexweşiya wî girantir kiriye. Niha jî çavê wî lê ye ku rayedarên Tirkiyê alikariya wî û malbata wî bike.

 

MehmedEmîn El Selman dibêje: “Lazim e ez ji xwe re raporekê bistînim. Bi hêviya xwedê û pêxamber. Dewlet babê me ye. Ez dixwazim alîkariya min bike û meaşekî bidin min weke herkesî. Lê ez weke mirîya me. Bi texmînan, ez 55  heta 56 salî me.”

 

Xêzana MehmedEmîn, Zelîxa El Selman  jî hewil dide, ku di nav şert û mercên koçberiyê de jiyana malbata xwe xweş bike û dibêje “ koçberî xemeke, lê di koçberiyê de nexweşî hezar xem”

 

Zelîxa El Selman da zanîn: “Ez bi zorê hecî radikim, dibim ser destnimêjê. Elhemdulilah nimêja xwe dike. diraze û em wî bist didin. Em xwarina wî didin. Em derziya lê dixin. Em alikariya wî dikin, xwedê jî alikariya wî dike.”

 

li taxên Enqerê yên ku koçber lîê dijîn, hêşta jî bi sedan malbat li benda vê rojê ne ku ew careke din vegerin ser ax û milkên xwe, da ku birînan wan ên dilî û giyanî derman bibin.