Li Deryaya Egeyê erdhej çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li Deryaya Egeyê li nêzîkî navçeya Datçayê ya parêzgeha Muglayê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li Deryaya Egeyê erdhejekê rû daye.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 20:39an çêbûye û hêza wê 4,3 pile bûye.

AFADê ragihand ku 66.22 kîlometreyan dûrî navçeya Datçayê ya Muglayê ye kûrahiya erdhejê 58,87 kîlometre bûye.