Demîrtaş li ser îdiaya ku dê partiyeke nû ava bike peyamek şand
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Partiya Gelan a Demokratîk(HDP) Selahattîn Demîrtaş îdiaya ku ew dê partiyeke nû ava bike red kir û got: “Min siyaset û jiyan di nav vê partiyê de nas kir. Ez bi derbasbûna navê min ligel partiyeke din xemgîn dibim û heta ku hêrs dibim.”
Hevserokên Giştî yên HDPê Pervîn Buldan û Mithat Sancar îro Yekşemê 13yê Îlona 2020an li Girtîgeha Edirneyê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş kirin û piştî serdanê li pêşiya Girtîgeha Edirneyê daxûyanî dan û ragihandin ku rewşa giştî ya Demîrtaş baş e.
Pervîn Buldan diyar kir ku hevdîtina wê ligel Demîrtaş ji ber rewşa Covid-19ê bi awayê girtî û bo dema saetekê birêve çûye.
Buldan da zanîn ku bi hev re behsa pêvajoya aştiyê kirine û rê û rêbezaên bo berfirehkirina aştiyê gotûbêj kirine û got: “Ez dixwazim peyama wî ya behsa erk û berpirsyariyên di vê pêvajoyê de dikeve ser milê her kesî ji were ragihînim. Me bi kurt û kurmancî behsa beyannameya aştiyê kir ku em bi çi rê û rêbazan bixin di nav civakê de. Birêz Demîrtaş got ku pêwîstiya Tirkiyê bi her xala di nava beyannameya aştiyê de cih girtiye heye.”
Mithat Sancar jî diyar ku Demîrtaş gotiye ku bi xebata ligel tevahiya aliyên Tirkiyê aştî dê pêk were û wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de hinek spekulasyon û nîqaşan rû da. Di bin navê Selahattin Demîrtaş de îdiayên avakirina partiyeke nû hat kirin. Di rastiyê de em pêwîst nabînin bersiva îdiayên bi vî rengî bidin, em van îdiayan cidî jî nabînin. Lê ji ber ku nîqaşên li se wê zêde dibin, xwest derbarê mijarê hinek tişt bibêje. Jixwe ew yek jî li zora wî çûye ku pêwîst dîtiye derbarê mijarê de daxuyaniyê bide. Di vê çarçoveyê de got; ‘Min siyaset û jiyan di nav vê partiyê de nas kir. Ez di nava vê partiyê de mezin bûm û min di nav vê partiyê de têkoşîna xwe kir, lewma ez bi derbasbûna navê min ligel partiyeke din xemgîn dibim û heta ku hêrs dibim. HDP ji bo min di warê siyasî de her tişt e. Ez ne tenê weke fizîkî herwiha ji dilê xwe ve jî her tim ligel partiya xwe me.’ Em hêvî dikin ti kes careke din spekûlasyonên bi vî rengî nekin rojev.”
Sancar herwiha amaje bi wê yekê kir nêrîn û pêşniyarên Demîrtaş ji bo wan girîng e, û hewldanên kesên ku dixwazin Demîrtaş û HDPê ji hev dûr bixin dê sernekevin.