Parêzerên Ocalan çûn Îmraliyê

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin çûn Îmraliyê.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê (MA), di şandeya parêzeran de Mazlûm Dînç, Rêzan Sarica, Suzan Akîpa û Emran Emekçî cih digirin.

Parêzer ji bo ku li gel Abdullah Ocalan û girtiyên din hevdîtinê bikin çûn Girava Îmraliyê.

Parêzerên Ocalan hefteyên borî jî piştî bi salan çûbûn Girava Îmraliyê.