Komîsyon dê vê carê guh bide jin û ciwanan
Hewlêr (Rûdaw) - Komîsyona pêvajoya çareseriyê ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê hatiye avakirin dê vê hefteyê guh bide rêxistinên ciwanan û jinan.
Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê dê roja çarşemê bicive.
Di civîna vê hefteyê ya Komîsyonê de dê guh li rêxistinên jinan û ciwanan bê girtin.
Di nav rêxistinên jinan de Tevgera Jinên Azad (TJA) û "Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aşitiyê Heye" jî dê cih bigirin.
Endamên Komeleya Foruma Rêxistinên Ciwanan (GOFOR) jî dê di Komîsyonê de nêrînên xwe parve bikin.