3 girtî piştî 31 salan hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - Keyfo Başak, Hasan Încî û Ehmed Mistefa yên ku sala 1994an hatibûn girtin, piştî 31 salan ji Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa Fyê ya Boluyê hatin berdan.

Her sê girtî li ber deriyê girtîgehê ji aliyê malbatên wan û endamên Komeleya Alîkarî û Hevgirtinê ya bi Malbatên Girtî û Mehkûman re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve hatin pêşwazîkirin.

Keyfo Başak 6ê Kanûna Paşîn a 1994an li Stenbolê hatibû desteserkirin û bi tohmeta "hewldana guhertina bi temamî an jî qismî ya Qanûna Bingehîn a Komara Tirkiyeyê" hatibû girtin.

Hasan Încî jî bi tohmeta "endamtiya rêxistinê" li Mêrsînê hatibû girtin.

Ehmed Mistefayê ji Rojavayê Kurdistanê jî heman salê hatibû girtin.