Pervîn Buldan: Em derbasî pêvajoyeke erênî ya aştiyê bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Endama Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldanê ragihand ku di pêwendiyên derbarê pêvajoyê hemû alî, dewlet û hikûmet jî di nav de xwedî "îradeya çareseriyê" ne û got, “Em ketine pêvajoyeke erênî ya aştiyê.”
Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera Wanê Pervîn Buldanê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re behsa pêvajoya heyî û hevdîtina wan a dawî ya bi Abdullah Ocalan re kir.
Wê her wiha behsa hevdîtina xwe û Mîthat Sancar a wekî Heyeta Îmraliyê ya bi Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan re jî kir.
Pervîn Buldanê got, "Îradeyek heye. Îradeyeke ku dixwaze vî karî çareser bike heye. Ez vê yekê bi hemû samîmiyeta xwe dibêjim."
“Erdogan û Bahçelî bi biryar in”
Bi gotina Pervîn Buldanê, Ocalan, Erdogan û Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî ji bo ku pêvajoya çareseriyê bidome rijd in.
Buldanê bal kişand li ser hevtînên wan ên bi Erdogan û Bahçelî re û got:
“Min sê caran bi Birêz Serokkomar re hevdîtin kir. Di her sê hevdîtinan de jî min baweriyeke mezin û îradeya çareseriyê dît.
Daxuyaniyên Birêz Bahçelî jî hem di cih de ne û hem jî piştgiriyê didin pêvajoyê."
Buldanê behsa gotinên Abdullah Ocalan ên di hevdîtina dawî ya li Îmraliyê de kir û got ku Ocalan gotiye, "PKK xelas bû, çek ji holê rabûn, êdî em di serdemeke ku dê siyaset biaxive de ne."
Wê da zanîn ku Ocalan ev pêvajo wekî "serdema erênî ya aştiyê" bi nav kiriye.
“Pêdivî bi rêziknameyên yasayî heye”
Buldanê got ku ji bo pêvajo mayînde bibe, pêwîstî bi rêziknameyên yasayî hene û wiha domand:
"Êdî em ketin serdemeke ku mirov dikarin xwe bi azadî îfade bikin û çareserî bi siyasetê pêk were.
Dema ev yasa derkevin, dê gav zûtir bên avêtin. Bi yasayên entegrasyon û azadiyê re, pêvajoya aştiyê dê li ser zemîneke bihêztir rûnê."
“Divê ev pêvajoya erênî ya aştiyê venegere”
Buldanê da zanîn ku ji bo bi pêşveçûna pêvajoyê berpirsiyarî dikeve ser milê hemû aliyan û got:
"Divê ev kar êdî venegere paş. Ji bo ku êşên 50 salî dubare nebin, divê her kes bi cidî û samîmiyetê xwedî li vê pêvajoyê derkeve."
Endama Heyeta Îmraliyê her wiha diyar kir ku hem hikûmet, hem DEM Partî û hem jî beşên cuda yên civakê di îradeya "avakirin a aştiyê" de bûne yek.