‘Berdana Demîrtaş dê baweriya xelkê bi pêvajoyê zêdetir bike’
Stenbol (Rûdaw) - Piştî ku îtiraza Tirkiyeyê ya li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hat redkirin, hêviyên ji bo berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş zêde bûne.
Lê tevî daxuyanî û helwesta nerm a rayedarên hikûmeta Tirkiyeyê, Dadgeha Enqereyê hîn jî derbarê berdana Demîrtaş biryarek nedaye.
Ji ber vê yekê, siyasetmedar û mafnas didin zanîn ku divê êdî biryara DMMEyê demildest bê bicihkirin da ku baweriya xelkê bi pêvajoyê zêdetir bibe.
Di nav xelkê de jî herî zêde mijara berdana Demîrtaş tê axaftin û meraqkirin.
Bang ji bo bicihanîna biryarê
Ji 3yê Çiriya Paşîn ve yek ji rojevên sereke yên siyaset û civaka Tirkiyeyê egera berdana Demîrtaş e.
Mafnas didin zanîn ku divê êdî biryara derbarê Demîrtaş demildest bê bicihkirina da ku baweriya xelkê bi pêvajoyê zêdetir bibe.
Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz got:
“Di pêvajoya aştiyê de nabe ku hîn jî mafên demokratîk bên xesbkirin. Nabe ku desthilatdar xwe ji naskirina maf û azadiyên sereke dûr bixe.
Divê êdî biryarên dadgehan bên bicihkirin. Ev pêvajoyeke taybet e ji bo Tirkiyeyê. Pêvajoyeke ku bi norm û nirxan ve neyê avakirin, nabe pêvajoya aştiyê.”
Xelk li benda gavên berbiçav e
Di nav xelkê de herî zêde mijara berdana Demîrtaş tê axaftin.
Xelk dixwaze ku dewlet û hikûmet êdî gavên berbiçav bavêje û di serî de Demîrtaş, hemû girtiyên siyasî bên berdan.
Welatiyê Kurd Mustafa Bazidî got:
“Em dixwazin ku ev pêvajo bi ser bikeve. Em dixwazin Selahattîn Demîrtaş bê berdan.
Bi pêvajoyê re dê aboriya Tirkiyeyê jî baş bibe. Em dixwazin wekî bira bi hev re bijîn.”
Welatiya Kurd Kader Avşînê jî got, “Em hêvîdar in ku Demîrtaş berdin. Lê hêj nehatiye berdan. Dibêjin em dê berdin lê hêj tiştek tune ye.”
Welatiyê Kurd Muhammed Dalkiliç jî got:
“Demîrtaş bê sebeb girtin û avêtin girtîgehê. Hêviya me jê heye ku were û bikeve nav siyasetê. Bi berdana wî dê tiştên baş çêbibin.”
Demîrtaş wekî aktorekî girîng tê dîtin
Demîrtaşê ku ev 9 sal in li Girtîgeha Edîrneyê girtî ye, ne tenê di nav Kurdan de, di nav Tirkan de jî wekî lîder û aktorekî girîng ê siyaseta Kurdî tê dîtin.
Welatiyekî Tirk jî nêrîna xwe wiha anî ziman, “Gelo sedem çi bû ku Demîrtaş girtin? Sûcê wî çi bû?
Ew dê di siyaseta xwe de bigihîje cihekî. Ew mirovekî gelekî hezkirî ye. Wekî mînak ez ne Kurd im lê em pir jê hez dikin.”
Di nav xelkê de hêviyên ji bo berdana Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş her ku diçe zêde dibin.
Tê çaverêkirin ku Demîrtaş piştî ku were berdan, di nav siyasetê de roleke aktîf bilîze û ji bo bi pêşketina pêvajoya çareseriyê piştgiriyeke mezin bide.