Ahmet Ozer çû serdana Rêxistina Esenyurtê ya DEM Partiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Ahmet Ozer ku nû ji girtîgehê hat derket çû serdana Rêxistina Esenyurtê ya DEM Partiyê û got, "Pêwîst e şaredar û siyasetmedarên girtî werin berdan."
Şaredarê Esenyurtê yê Stenbolê Ahmet Ozerê ku piştî girtina wî qeyûm li şûna wî hatibû danîn û roja sêşemê hatibû berdan, li gel heyeteke CHPyê çû serdana avahiya DEM Partiyê ya li Esenyurtê.
Heyet ji aliyê Hevserokê Esenyurtê yê DEM Partiyê Cesîm Çîçek û birêvebirên partiyê ve hat pêşwazîkirin.
Ahmet Ozer di serdanê de axivî û destnîşan kir ku divê tayînkirina qeyûman bi dawî bibe û şaredarên girtî demildest werin berdan û got:
"Pêwîst e ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Dr. Selçuk Mizrakli, Şaredarê berê yê Wanê Bekîr Kaya û hemû siyasetmedarên girtî demildest bigihêjin azadiya xwe.”
Ahmet Ozer bal kişand ser pêvajoya çareseriyê û diyar kir ku di demeke wiha de divê girtinên bi vî rengî çênebin û anî ziman:
“Berdana şaredarên girtî û girtiyên siyasî dê hesta baweriyê di nava civakê de xurt bike.”
Hevserokê Esenyurtê yê DEM Partiyê Cesîm Çîçek jî serdan wekî “watedar û biqîmet” nirxand û diyar kir ku piştgiriya di navbera wan de dê bidome.
Şaredarê Esenyurtê yê CHPyê Ahmet Ozer 30ê Çiriya Pêşîn a 2024an di çarçoveya lêpirsîna “Hevkariya Bajaran” a di navbera CHP û DEM Partiyê de hatibû girtin.
Ozer Tîrmeha 2025an di çarçoveya heman lêpirsînê de hatibû berdan lê careke din bi hinceta "gendelî" û "sextekariyê" di çarçoveya doza "Rêxistina Sûcan a Azîz Îhsan Aktaş" de hatibû girtin.
Dadgeha 1emîn a Cezayê Giran a Stenbolê roja sêşemê biryara berdana Ahmet Ozer da.
Ozer bi şertê kontrola dadî hat berdan û rûniştina wî ya yekem dê di navbera 27ê Kanûna Paşîn û 20ê Sibata 2026an de were kirin.
Di îdianameyê de ji bo Ozer ji 3 heta 9 salan cezayê girtîgehê tê xwestin.