KUTAHYA - Di kana komirê de 5 karker bi jehrê ketin
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gedîzê ya parêzgeha Kutahyayê ya Tirkiyeyê, di kaneke komirê de 5 karker ji gaza karbonmonoksîtê bi jehrê ketin.
Karkerên ku bi jehrê ketibûn rakirin nexweşxaneyê.
Bûyerê doh li nahiyeya Goklerê ya navçeya Gedîzê ya Kutahyayê di kaneke taybet a komirê de rû da.
Li gorî zanyariyan, di dema kar de gaza karbonmonoksîtê di kanê de belav bûye.
Di encamê de 5 karker ji ber gazê bi jehrê ketine û ji ser hişê xwe çûne.
Li ser agahdarkirinê, tîmên Birêvebiriya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), cendirme, tîmên rizgarkirinê û tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê.
Bi hevkariya tîmên pispor û karkerên din, her 5 karkerên ku ji ber gazê bi jehrê ketibûn ji kanê hatin derxistin.
Tîman piştî midaxeleya destpêkê ya li cihê bûyerê, karker veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Gedîzê.
Hat ragihandin ku dermankirina wan karkeran li nexweşxaneyê berdewam dike û derbarê bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
#WÊNE - Li Kutahyayê 5 karkerên kana komirê bi jehrê ketin
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 13, 2025
Li navçeya Gedîzê ya parêzgeha Kutahyayê ya Tirkiyeyê di kaneke komirê de 5 karker ji ber gazê bi jehrî ketin pic.twitter.com/CnXwqQAc7B