Skandala destdirêjiyê ya li Parlamentoya Tirkiyeyê: Biryara desteserkirina 4 kesan hat dayîn

 Hewlêr (Rûdaw) - Di dosyeya destdirêjiya li dijî hejmarek xwendekarên keç a li Parlamentoya Tirkiyeyê de biryara desteserkirina 4 kesên din hat dayîn.

Di çarçoveya heman lêpirsînê de berê karmendekî Parlamentoya Tirkiyeyê hatibû girtin.

Lêpirsîna derbarê destdirêjiya li xwendekarên keç ên amadehiya pîşeyî ku li Parlamentoya Tirkiyeyê staj dikir berfireh dibe.

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê doh ragihand ku ji bilî xwendekara ku gilî kiriye, îfadeya 3 xwendekarên din jî hatiye wergirtin.

Li ser vê yekê biryara desteserkirina 4 gumanbarên din derket.

Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya lêpirsînê de ji hêzên ewlehiyê hatiye xwestin ku 4 gumanbarên din bên girtin.

Hat xwestin ku piştî wergirtina îfadeyan, gumanbar sewqî dozgeriyê werin kirin.