Erdogan: Bicihanîna Peymana 10ê Adarê dê lîstikan xera bike

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku bicihanîna Peymana 10ê Adarê ya ku di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û birêvebiriya Şamê de hatiye îmzekirin, pêvajoyek e ku ji nêzîk ve pêwendiya xwe bi paşeroja herêmê re heye.

Erdogan got, "Girîng e ku birêvebiriya Sûriyeyê bi wê vîzyonê tevbigere ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bîne cem hev."

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan piştî ku li Eşgebada paytexta Tirkmenistanê beşdarî "Foruma Aşti û Ewlehiyê ya Navneteweyî" bû di balafirê de pirsên rojnamegeran bersivandin û li ser mijarên di rojevê de daxuyanî dan.

 “Peymana 10ê Adarê dê lîstikan xera bike”

Serokkomarê Tirkiyeyê pirsa “Gelo hûn dê bi Trump re li ser Peymana 10ê Adarê ya li Sûriyeyê biaxivin? Hûn li bendê ne ku li wir salnameyeke çawa were meşandin?” wiha bersivand:

“Bicihanîna Peymana 10ê Adarê li Sûriyeyê pêvajoyek e ku ji nêzîk ve eleqedarî paşeroja herêmê ye.

Gihiştina armancên ku peymanê pêşbînî kirine, dê ji bo Sûriyeyê bibe encama herî bi xêr.

Bi bicihanîna peymanê re yekparçeyiya axa Sûriyeyê, yekîtî, bihevrabûn, aramî û meşa wê ya ber bi paşerojeke bextewar ve dê were qayîmkirin.

Di paşeroja nêzîk de hat dîtin ku cudahî û pevçûnan tiştek nedaye Sûriyeyê.”

Erdogan diyar kir ku ew piştgiriyê didin nêzîkatiya birêvebiriya Şamê û wiha pê de çû:

“Girîng e ku birêvebiriya Sûriyeyê bi wê vîzyonê tevbigere ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê bîne cem hev.

Ev nêzîkatî bi qîmet e û heq dike ku were piştgirîkirin. Dibe ku plan û xeyalên gelek mihrakan li ser Sûriyeyê hebin.

Lê ya girîng xeyala paşeroja hevbeş a gelê Sûriyeyê ye. Gelê Sûriyeyê yê cefakeş xeyalên rastîn ava dike.

Bicihanîna vê peymanê dê lîstikên wan kesan xera bike ku dafikan datînin.

Em bêyî cudahiya Tirkmen, Ereb, Kurd, Sunî û Nûsayrî, aşti, aramî û refaha hemû gelê Sûriyeyê yê bira dixwazin.

Bicihanîna Peymana 10ê Adarê, bê guman dê vê îradeyê xurt bike.”

Nîqaşên destûra nû

Serokkomarê Tirkiyeyê li ser pirsa destûra nû jî diyar kir ku ew ji bo encameke şênber ketine rê.

Erdogan got, “Niha em di wê daxwazê de ne ku destûreke sivîl, azadîxwaz û berfireh çêbikin” û wiha dawî li axaftina xwe anî:

“Wekî AK Partiyê me çawa li qadan soza destûra nû da, hemû partiyên siyasî jî heman soz dan milet.

Nexwe em dê bi hev re xwedî li vî karî derkevin. Bi taybetî bi xebata ku em wekî Tifaqa Cumhur dikin em dê vê bi ser bixin. Biryardariya me di vê mijarê de heye.

Li gel van hemûyan, di mijara xebatên destûra nû de niha partiya me di pozîsyona partiya herî amade de ye.

Tîma xebatên destûra bingehîn a ku me ava kiriye vî karî dimeşîne. Ez dem dem ji wan agahiyan werdigirim.”

Şerê Rûsya û Ukraynayê: “Aştî ne dûr e”

Erdogan diyar kir ku hevdîtineke wî ya gelekî berhemdar û berfireh bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putin re derbas bûye û got:

“Di hevdîtina me de min bi taybetî jê re got ku ez her dem li benda wî me.

Ji bo vê jî em axivîn ku divê em di demeke herî nêzîk de bên cem hev.

Wî jî got ‘ez dê soza xwe bi cih bînim.’ Ez hêvî dikim ku di demeke herî nêzîk de em vê serdanê pêk bînin.”

Erdogan bersiva pirsa li ser agirbesta li Ukraynayê da û got ku Serokê Amerîkayê Donald Trump di vê mijarê de di dewrê de ye.

Erdoğan wiha axivî:

“Aştî ne dûr e, em wê dibînin. Tişta ku divê em bikin tenê ew e ku em berê xwe bizivîrinin aliyê aştiyê.

Nabe Deryaya Reş wekî qada hesappirsînê were dîtin. Rewşeke wiha tenê zererê dide Rûsya û Ukraynayê û ti feydeya wê tune.

Pêdiviya her kesî bi ewlehiya çûnûhatina li Deryaya Reş heye. Divê ev teqez were dabînkirin.”