Fatîh Erbakan: Bila ji bo birêvebirên PKKyê referandûm were kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya Yenîden Refahê Fatîh Erbakan pêşniyar kir ku “ji bo efûkirina birêvebirên PKKyê” referandûm bê kirin.
Fatîh Erbakan îro li Enqereyê beşdarî civîna Serokên Şaxên Bajaran ên partiya xwe bû.
Erbakan di axaftina xwe de rewşa aborî û nîqaşên li ser çareseriya pirsgirêka Kurdan nirxandin.
"Mûçe bibe 45 hezar lîre"
Serokê Partiya Yenîden Refahê bal kişand ser mûçeyê herî kêm ê ku niha 22 hezar lîre ye.
Erbakan xwest ku ji serê sala nû û pê ve mûçeyê herî kêm bibe 45 hezar lîre.
"Divê PYD û YPG jî çekan deynin"
Erbakan li ser pêvajoya çareseriyê û mijara çekdanînê jî daxuyanî da û got:
"Me ji destpêka pêvajoyê ve berdewam ev tişt got, divê mijara çekdanînê PYD û YPGyê jî li xwe bigire.
Me got ku tenê bi danîna çekan a rêxistina PKKyê ev pêvajo temam nabe."
Pêşniyara referandûmê
Fatîh Erbakan pêşniyar kir ku biryara li ser guhertinên yasayî û efûyê ji gel re were hiştin û wiha pê de çû:
"Wekî Partiya Yenîden Refahê pêşniyara me ew e ku bi referandûmê biryar li ser guhertinên yasayî were dayîn ku dê bên kirin.
Eger miletê me di referandûmê de efûkirina birêvebirên PKKyê û endamên PKKyê yên ku tawan nekirine erê bike, wê demê bila bên efûkirin.
Eger erê nekin, bila neyên efûkirin."