Davutoglu akademîsyen rexne kirin

Enqere (Rûdaw) – Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, derbarê akademîsyenên ku danezana rawestandina şer îmze kirin de got, çima hûn behsa kiryarên PKKê nakin.

Serokwezîr Ahmet Davutoglu di civîna TUBÎTAKê de axivî û akademisyenên danezana rawestandina şer îmze kirin, rexne kir û got: “Akademîsyen şûna xwedî li tevahiya pirsên welêt derbikevin, danezaneke bi wî awayî îmze dikin. Ev helwest birastî dibe sedama xemgîniyê.”

Ahmet Davutoglu wiha got: “Ez rasterast dipirsim; hûn di danezana xwe de bi peyvekê jî behsa rêxistina terorê nakin. Ma hûn li çalakiyêm rêxistina terorê yak u duh şev zarokek 5 mehî qetil kirî li xwedî derdikevin? Heger hên lê xwedî dernavkevin pêwîst e hûn bi danezaeneke nû vê yekê eşkere bikin.”

Davutoglu ji akademisyenên danezan îmze kirin, hûn li gor kîjan nêrîna demokratîk û akademisyeniyê dewletê û “rêxistina terorê” wek hevdu dibînin û wiha domand:

“Gotina 'bila pevçûn werin rawestanidn' heger tê wateya 'dewlet bila hêzên xwe yên ewlekariyê ji van navçeyan vekişîne û van navçeyan bi destê endamên rêxistina terorê ra berde', ez ne wek Serokwezîrê Komara Tirkiyeyê, wekî welatiyek û akademisyenekî vî welatî ji wan ra dibêjim em tu carî destûrê nadin ku xêncî rêveberiyeke demokratî ti rêxistinek li tu aliyekê vî welatî desthilatiyê hilde destê xwe. Ti kes nikare ji bilî parlementoyê, li gor aqilê xwe behsa rêvebireyeke din bike. Ti kes nikare hêzeke ku meşrûiyeta xwe ji gel hilnade bi kar bîne.”

Serokwezîrê Tirkiyê herwiha derbarê teqîna li Çinara navçeya Diyarbekirê de jî wiha got: "Ez êrîşê şermezar dikim. Di encama êrîşê da ji ewlekariyê kesek şehîd bûye, 5 welatiyên me yên sivîl mirine. 6 polîsên me ligel 33 welatiyên me jî birîndar bûne. Xwedê rehma xwe bira li welatiyên me yên ku di êrîşê de mirin, bike û şîfayê bide birîndaran."