Cigirê serokwezîrê berê: Standartên demokrasiyê têne kêmkirin
Enqere (Rûdaw) – Cigirê serokwezairê berê Abdullatîf Şener derbarê dirêjkirina heya rewaşa awarte de got, standartên demokrasiyê têne kêmkirin.
Biryara hikumeta Tirkiyê ya direjkirina heyama rewşa awarte li paytexta Tirkiyê Enqerê di paneleke de hate niqaşkirin.
Cigirê serokwezairê berê Abdullatîf Şener hikumetê bi kêmkirina standartên demokrasiyê rexne kir. Parlamenterê berê yê CHPê Riza Turmen jî got, eger ku hilbijartin di şert û mercên rewşa awartede bê kirin, ew hilbijartin weke meşrû nayê qebulkirin.
Li Tirkiyê heyama rewşa awarte di19ê vê mehê de bi dawî tê. Encûmena wezîran a Tirkiyê biryar da ku rêwşa awarte bo sê mehên din bê direjkirin. Rewşa awarte li Enqerê di panelekê de hate niqaşkirin. Cigirê serokwezîrê berê Abdulatîf Şener jî yek ji axaftvanên panelê bû.
Cigirê serokwezîrê berê Abdullatîf Şener wiha got: “Niha xwediyên hêze bi şev û roj dixebitin da ku standartên demokrasiya vî welatî kêmtir bikin û her tiştê ku ew dikin xizmetî vê dike. Ev yeka nayê qebûlkirin.”
Eger heye ku rewşa awarte heta hilbijartinên pêş me bidome. Axaftvanên panelê amaje pê kirin ku di rewşa awarte de hilbijartinên demokratîk nayên kirin.
Parlamenterê berê yê CHPê Riza Turmen jî got: “Eger ku rewşa awarte berdewam bike hilbijartina ku dê were kirin ne meşrû be. Divê peyama em vê hilbijartinê qebûl nakin û em li encamên wê jî îtirazê dikin bi awayekî zelal ji bo raya giştî yaTtirk were dayîn.
Eger ku hilbijartin di şert û mercên rewşa awarte de bên kirin, wê helwesta HDPê çi be? Li ser vê yekê jî Berdevekê HDPê Ayhan Bilgen ji Rûdawê re got: “Em amaje pê dikin ku divê ev were niqaşkirin, divê mafê hilbijartin û hilbijirînê, îradeya ku dikeve sindoqê û ya ji sindoqê derdikeve, ango ewlehiya hilbijartinê têkeve bin garantiyê. Ev yek bo me giring e.”
Da ku dema rewşa awarte bê direjkirin pêdivî bi pesendkirina parlamentoyê heye.
Nivîsîn: Aydin Bayram