Hevserokê berê yê Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê hat kuştin
Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê Parêzer Alî Aydin, li navçeya Çigliyê di dema meşê de rastî êrişê hat û canê xwe ji dest da.
Hat ragihandin ku êrişkar hatiye girtin û li sûcê xwe mikur hatiye.
Bûyer îro danê sibehê li navçeya Çigliyê ya Îzmîrê qewimî.
Parêzer Alî Aydin li herêma Evka-2yê li ser rêya ku dimeşiya kuştî hat dîtin.
Gumanbar hat girtin
Birêvebiriya Ewlehiyê ya Parêzgeha Îzmîrê derbarê bûyerê daxuyaniyek belav kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di encama xebatên berfireh de nasnameya gumanbar hatiye tesbîtkirin.
Hêzên ewlehiyê ragihand ku gumanbarê bi navê M.D.E. (29) di demeke kurt de ji aliyê tîmên polîsan ve hatiye desteserkirin.
“Di bin bandora madeyên hişbir de bûm”
Li gorî daxuyaniya ewlehiyê, gumanbar di axaftina destpêkê de li sûcê xwe mikur hatiye.
Hat zanîn ku gumanbar îdia kiriye ku wî bûyer di bin bandora madeyên hişbir de pêk aniye.
Komeleya Mafên Mirovan jî li ser kuştina Alî Aydin daxuyaniyek da û xemgîniya xwe anî zimên.
Di daxuyaniya ÎHDyê de wiha hat gotin:
"Em gelekî xemgîn in... Hevalê me Parêzer Alî Aydinê ku di demên borî de Hevserokatiya Şaxa ÎHDyê ya Îzmîrê û Nûnertiya Herêmê ya ÎHDyê kiribû, îro di encama êrişekê de jiyana xwe ji dest da.
Bûyer ji aliyê hevalên me yên parêzer ên endamên ÎHDyê û Baroya Îzmîrê ve tê şopandin.
Piştî ku hûrgiliyên bûyerê zelal bûn, agahiyên pêwîst dê di çarçoveya lêpirsînê de bi raya giştî re bên parvekirin.
Em sersaxiyê ji malbata wî, xizmên wî û parêzvanên mafên mirovan re dixwazin."