Kurdên li Stenbolê di Fitara Nûbiharê de li hev civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Weşanxaneya Nûbiharê wekî her sal îsal jî di meha Remazanê de fitarek amade kir û nêzî hezar kes beşdarî bernameya wê ya fitarê bûn.

Weşanxaneya Nûbiharê ku navenda wê li Stenbolê ye, wekî kevneşopiyekê her sal bernameya fitarê li bajarên Amed û Stenbolê saz dike.

Piştî Amedê bernameya fitarê li bajarê Stenbolê jî hat organîzekirin.

Fitara Nûbiharê doh li tesîsa Denîzkoşkuyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ya li navçeya Avcilarê hat lidarxistin. Eleqeya ji bo fitara Nûbiharê gelekî zêde bû.

Nûner û birêvebirên hejmareke komele, sazî, rêxistin û partiyan li Stenbolê bi minasebeta vê fitarê hatin cem hev.

Li ser navê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryaki, li ser navê Partiya DEVAyê Mehmet Emin Ekmen û li ser navê Partiya Saadetê Bulent Kaya tevlî bernameya fitarê bûn.

Her wiha Hevserokê Partiya Însan û Azadiyê (PÎA) Ahmet Kaya jî di bernameyê de amade bû.

Her wiha gelek nivîskar, siyasetmedar, rîspî, rojnameger û kesayetên naskirî jî di bernameyê de amade bûn.

Di bernameya fitarê de piştî axaftina bixêrhatinê ya Gerînendeyê Giştî yê Weşanxaneya Nûbiharê Silêman Çevîk, bi Kurdî dia hatin kirin û qesîde û Mewlûda Kurdî hatin xwendin.