Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê, li ser Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansur Yavaş biryarek da.
Wezaretê destûr da ku li ser Yavaş lêpirsîn bê kirin.
Îdia ew e ku Yavaş di mîtîngeka hilbijartinê de derfetên şaredariyê bi kar anîne.
Ev mîtîng sala 2023yan li bajarê Karabukê hatibû kirin.
Tê îdiakirin ku di wê mîtîngê de çend wesayîtên Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê hatine bikaranîn.
Lêpirsîneke nû ye
Pêşî destûr hatibû dayîn ku li ser Serokê Daîreya Karên Fenê yê berê Azîz Murat Seyrek lêpirsîn bê kirin.
Lê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê paşê biryara xwe berfireh kir.
Wezaretê diyar kir ku ew di wê baweriyê de ye ku wesayît bêyî agahiya şaredar nikarin werin bikaranîn û ji ber vê yekê, destûra lêpirsîna nû ji bo Yavaş jî hate dayîn.
Mafê Mansur Yavaş heye ku di nava 10 rojan de îtirazî vê biryarê bike.
Ew dikare li Daîreya 1ê ya Danîştayê (Şûraya Dewletê) îtirazê bike.
Xerciyên konseran
Nûçegihanê NTVyê Mustafa Berber jî li ser mijarê axivî.
Wî da zanîn ku lêpirsîna li ser xerciyên konseran cuda ye û ev mijar bi wê ve ne girêdayî ye.
Mansur Yavaş, berî niha li ser vê mijarê axivîbû.
Wî îtirazî destûra Wezareta Karên Navxwe kiribû û gotibû:
"Ji bo ku Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê lêpirsînê bike, ne hewce ye destûrê ji Wezareta Karên Navxwe bigire.
Eger bangî me bikin, em amade ne bi dilxwazî îfadeya xwe bidin.
Ji ber ku tiştekî ku em veşêrin an jî jê bitirsin nîne."
Her wiha Yavaş di daxuyaniyên xwe yên berê de jî gotibû ku ew îdia bêbingeh in.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse