‘Gel dixwaze Ocalan bê berdan’

14-05-2013
ERDAL ŞIMŞEK
A+ A-
Enqere (Rûdaw) – Endamê Komîsyona Aqilmendan Yucel Sayman ji Rûdawê re diyar kir ku gel dixwaze rêberê PKKê Abdullah Ocalan bê azadkirin. 

Endamê Komîsyona Aqilmendan yê herêma Marmarayê Yucel Sayman di bernameyeke televizyonê de wiha got: “Ji bo yekîtî û aştiya civakê, pêwîste efûyekî giştî bê dayîn. Ger pêwîst bike Ocalan jî bê berdan.”

Yucel Sayman di daxuyaniyekê de li ser van axaftinan ji Rûdawê re axivî û wiha got: “Madem hûnê aştiyekê bênin holê û civakekî nû ava bikin, divê hûn dilê tevayî gelê xwe xweş bikin.” Sayman diyar kir ku ev zêdetirî mehekê ye di nava gel de digerin û wiha pêdeçû: “Beşeke gel dibêje, divê Abdullah Ocalan ji girtîgehê bê derxistin û beşek jî dibêje ne pêwîste.”

Sayman destnîşan kir ku dil dixwaze demokrasî bê kêmasî bê sazkirin.
 
Endamê Komîsyona Aqilmendan Sayman li ser îdiayên parçebûnê jî wiha got: “Di rojeva Tirkiyê de parçebûn nîne. Temenê min bû 80 sal. Qasî tê bîra min dibêjin wê Tirkiyê parçe bikin. Berê di gotin, ‘Terorîst û Yekîtiya Sovyetê wê Tirkiyê parçe bikin.’ Niha jî dibêjin, aştî wê parçe bike. Aştî yekîtiyê çêdike.”

Yucel Sayman diyar kir ku wê di pêvajoya aştiyê de bi herdu aliyan re baxivin û wiha dawî li axaftinên xwe anî: “Em li rêyekî navîn digerin.”

Komîsyona Aqilmendan 3ê Nîsana 2013an hat avakirin. Komîsyon ji 63 kesan pêk tê, li ser 7 herêman hatiye parvekirin û her herêmek 7 endamên wê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst