Hewlêr (Rûdaw)- Di encama teqîna kaniyeke komiran li parêzgeha Manîsa li rojavayê Tirkiyê de zêdetirî 200 karkeran hatin kuştin.
Wezîrê eneriyê yê Tirkiyê Taner Yildiz di kongreyeke rojnamevaniyê de ragihand ku heta niha 201 karkeran di teqîna ku duh li kaniya komiran de çêbû hatine kuştin.
Yildiz aşkere kir ku 787 karker di nav kaniyê de bûn û pêşbînî kir ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe.
Wezîrê enerjiya Tirkiyê got ku eger sistî û xemsariyeke di kaniyê de hebe ewê bêdeng nemînin û tedbîrên pêwîst bistînin.
Di teqîna ku duh sêşemê ji ber kontaka elektrîkê de çêbûye, 80 kes birîndar bûne û rewşa 4 karkeran ji wan giran e.
Berî niha şaredarê Manîsa gotibû ku hejmara kuştiyan gihiştibû 157 karkeran û ya birîndaran gihiştibû 75 kesan.
Tîmên hawarçûnê ji duh de hewl didin ku karkerên di nav wê kaniyê de rizgar bikin û herwiha cenazeyan jî derxînin.
Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan sersaxî ji malbatên qurbaniyan re şand.
Bûyera herî metirsîdar li Tirkiyê di sala 1992yan de qewimî. Di wê salê de gaza di komirgeha Zongoldak de teqiya û di encam de 263 kes hatin kuştin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse