Hilbijartinên Tirkiyê: Proseya dengdayînê bidawî hat

14-05-2023

18:37

Qedexeya weşanê hat rakirin

Qedexeya weşanê hat rakirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener diyar kir ku qedexeya weşanê ya der heqê hilbijartina serokomarî û parlementeriya heyama 28an de ji saet 18.30 pê ve hat rakirin.

Serokê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener di daxuyaniyekê de ragihand ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê hilbijartin aram derbas bûye, ji ber qanûnê kesên di saet 16.59an de çûne dengê xwe bidin bi nasnameyên xwe dengê xwe dane û loma ji saet 17.33yan pê ve li hemû Tirkeyê karê dengdayînê qediyaye.

Yener got bila hilbijartina serokomarî û parlementeriya heyama 28an ji bo hemû welat, partiyên siyasî û berbijêrên serokomariyê bi xêr be û wiha axivî: "Qedexeya weşanê ya ku hûn bi mereq li bendê ne ji saet 18.30an pê ve hatiye rakirin. Lê ji rêyên cuda ji bo endamên çapemeniyê der heqê encam de dane tên, lêbelê em bi rêzdar radigihînin ku bila hemû raya giştî li bendê be ku Desteya Bilind a Hilbijartinê encamên berwext eşkere bike."

Zêdetir bixwîne

17:57

Serokê YSKê: Di dema dengdanê de tişteke neyênî çênebûye

Serokê YSKê derbarê proseya dengdayînê de daxuyanî da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet diyar kir ku li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê proseya dengdayînê bi dawî bûye û got: “Di Hilbijartina Giştî ya Serokkomariyê û Parlamenteriya Serdema 28an de proseya dengdayînê bi dawî bû û heta niha rewşeke neyînî derneketiye holê.”

Li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dema dengdayîna ji bo hilbijartina Serokomar û Parlementerên Heyama 28an di saet 17.00yan da bi dawî bû. Li dervayî Tirkiyê jî dengdayîn di 9ê Gulanê de bi dawî bibû.

Serokê Giştî yê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) Ahmet Yener di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku di pêvajoya dengdayînê de muşahîdekî partiyê û 2 welatiyan ji ber celta dil canê xwe ji dest dane.

Ahmet Yener got: “Di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a Meclisê ya ku di 14ê Gulana 2023an roja Yekşemê hat kirin de proseya dengdayînê bi dawî bûn. Heta niha ti rewşeke neyînî li derneketiye.”

Yener spasiya partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinê bûne, rêxistina navendî, lijneyên hilbijartinê yên parêzgeh û navçeyan, berpirsên sindoqan û kesên ku di astên curbecur de dixebitin, wezaret, saziyên pêwendîdar, hêzên ewlehiyê û endamên çapemeniyê yên ku pêvajoyê şopandine kir.

Zêdetir bixwîne

17:48

Piştî dengdanê ji Erdogan daxuyanî

Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan

Piştî bidawîhatina proseya dengdanê, Serokkomarê Tirkiyê û Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan got, “Niha jî weke her car dem hatiye ku bi awayekî bihêz em xwedî li sindoqan derkevin.”

Dengdana ji bo hilbijartinên Serokkomarî û Parlamenteriyê ya Serdema 28an li seranserê Tirkiyê di saet 17.00an de bi dawî hat.

Piştî girtina sindogan, hejimartina dengan li hemû navendên dengdanê dest pê kir.

Serokomarê Tirkiyê û Berbijêrê Serokomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan li ser hesabê xwe yê twitterê banga "parastina sindoqên dnegdanê" kir.

Erdogan di peyama xwe de wiha dibêje:

“Rêheval û hevdozên hêja,

Pêvajoya dengdanê bi şiklekî ku li gora demokrasiya me ye bi dawî bû. Niha jî wek her carê dem hatiye ku em li ser sindoqan bisekinin. Heta encam bi dest nekevin, parastina îradeya gelê me berdewam bikin!”

 

Zêdetir bixwîne

17:42

Ji HDPê daxuyanî

Ji HDPê daxuyanî

Piştî girtina sindogan û bidawîbûna dengdanê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniya HDP'ê de tê gotin: “Li cihên ku ji ber dengdayînê qelebalixiyek zêde heye, dengderên ku nasnameya xwe beriya saet 17.00'an pêşkêşî serokê lijneya sindoqan kirine, mafê wan ê dengdanê heye.”

 

 

Zêdetir bixwîne

17:00

Proseya dengdayînê bidawî hat

Proseya dengdayînê bidawî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li çar aliyê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê îro ji saet 08.00an ve proseya dengdayînê destpê kir û saet 17.00 bidawî bû.

Kesên xwedî mafê dengdayînê bo hilbijartina serokomar û endamên parlementoyê yên ku dê heta 5 salan li ser kar bin, dengê xwe dan.

Li 973 navçeyên 81 bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ji 191 hezarî zêdetir sindoq hatin danîn.

Di hilbijartinê de 60 milyon û 697 hezar û 843 dengdêr kesan mafê dengdayînê hebû  û ji wan 4 milyon û 904 hezar û 672 dengdêr cara ewil bû mafê dengdayînê hebû.

Dema dengdayîna ji bo hilbijartina Serokomariyê û Parlementeriya Heyama 28an di saet 17.00yan de li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bi dawî bû.

Zêdetir bixwîne

16:58

Abdullah Gul li benda dora xwe ma û deng da

11emîn Serokkomarê Tirkiyê Abdullah Gul li navçeya Beykozê ya Stenbolê di navendeke dengdanê de amade bû û dengê xwe da.

Abdullah Gul li Dibistana Seretayî ya Şehîd Îsmaîl Kefal a li Taxa Çubukluyê ya Beykozê deng da.

Gul ku bi hevjîna xwe Hayrunnisa Gul re çû dibistanê, ji ber qerebalixê demekê di nobetê de rawestiya û paşê li ser sindoqa bi hejmara 1140 dengên xwe avêtin sindoqê.

Abdullah Gul bi welatiyan re sohbet kir û wêneyê bîranînê kişand.

Gul piştî ku dora wî hat, dengê xwe bi kar anî û piştre spasiya rayederên navenda dengdanê kir.

Serokkomarê berê yê Tirkiyê, piştî ku ji navenda dengdanê derket, daxuyanî da çapemeniyê û hêvî kir ku hilbijartin ji bo Tirkiyê bi fêde bin.

Abdullah Gul got: “Dema herî girîng a demokrasiyê dema îradeya gel tê sepandin e. Tirkiye jî dem bi dem ku wext hat serî li vîna milet da. Me îro erka xwe ya sivîl bi vî awayî pêk anî. Bi hêviya ku di dawiyê de ji bo gelê me sûdmend be. Hêvîdar im ku jîngeheke aram û rêzdar a hilbijartinan pêk were û ji niha ve ya xêrê dixwazim.”

Zêdetir bixwîne

16:50

Bahçelî: Di jiyana min a siyasî de ev hilbijartineke girîng e

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî dengê xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî  ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Heyama 28emîn dengê xwe da û got: “Di jiyana min a siyasî de ev hilbijartineke girîng e.”

Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî li Dibistana Navîn a Anittepeyê ya Enqerê dengê li sindoqa hejmara wê 1296 e da.

Devlet Bahçelî li wir silav da karmendê erkdarn û paşê jî daxuyanî da rojnamevanan.

Bahçelî anî ziman Xwedê nesîb kiriye ku wî wezîfeya dengdayînê pêk aniye û wiha axivî: "Di jiyana min a siyasî de ev hilbijartineke girîng e. Di vê hilbijartinê de beşdarî zêde ye. Înşallah ji bo miletê me li ser xêrê be. Ji partiyên me yên siyasî re serkeftinê dixwazim."

Bahçelî diyar kir  ku ew dê encamên hilbijartinê ji navenda giştî ya partiya xwe bişopîne.

Zêdetir bixwîne

16:00

Babacan: hêvî dikim ev hilbijartin ji mirovên ku hesreta demokrasiyê dikşînin re encamên xêrê bîne

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan got “Hêvî dikim hilbijartin ji bo welatê me bi xêr be. Di heman demê de ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ji bo hemû mirovên ku hesreta demokrasiyê li hemû cîhanê dikşînin encamên xêrê bi xwe re bîne.”

Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan û hevjîna wî Ulku Zeynep Babacan li Enqerê dengên xwe dan.

Babacan piştî dengdayînê ji rojnamevana re axivî û amaje bi hilbijartinan kir û got “Ji bo me hemûyan, ji bo demokrasiya me pîroz be.”

Babacan tekez ku ew pir girîngiyê didin demokrasiyê û got “Hêvî dikim hilbijartin ji bo welatê me bi xêr be. Di heman demê de ez hêvî dikim ku ev hilbijartin ji bo hemû mirovên ku hesreta demokrasiyê li hemû cîhanê dikşînin encamên xêrê bi xwe re bîne.”

Herwiha Serokê Partiya DEVAyê Alî Babacan da zanîn ku ew dê li navenda partiya xwe encamên hilbijartinê bişopîne.

Zêdetir bixwîne

14:37

Selahattin Demirtaş: Min dengê xwe da, lê we?

Selahattin Demirtaş: Min dengê xwe da, lê we?

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş got, “Min dengê xwe da, lê we?”

Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtî ye, li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku wî di Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Xula 28an a Parlamenteriyê de dengê xwe daye.

Demirtaş wêneyekî xwe yê ku di hilbijartinên berê de dema dengdayînê girtibû parve kir û got, “Min dengê xwe da, lê we?”

Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê de; hejmara sindoqan 191 hezar û 884, hejmara dengdêran 60 milyon û 697 hezar û 843, hejmara dengdêrên jin 30 milyon û 710 hezar û 790 ku ji sedî 50.60ê dengdêran dike, hejmara dengdêrên mêr 29 milyon û 987 hezar û 790 ku ji sedî 49.40ê dengdêran e.

Her wiha hejmara kesên ku dê yekem car dengê xwe bibin 4 milyon û 904 hezar û 672, hejmara kesên xwedan pêdiviya taybet 989 hezar, dengdêrên ku ji 75 salî mezintir in 3 milyon û 180 hezar û 802 e. Hejmara sindoqan jî 191 hezar 884, hejmara sindoqên gerok 421 û hejmara girtiyên ku mafên wan ên dengdanê heye 53 hezar û 172 kes in.

Zêdetir bixwîne

14:34

Sancar: Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyê bo cîhanê jî girîng e

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê HDPê Mithat Sancar li parêzgeha Enqerê dengê xwe da û got “bi hêviya ku ev hilbijartin bibe bingeha Tirkiyeke demokratîk.”

Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlamentoyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e.

Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mithat Sancar îro Yekşemê 14ê Gulana 2023an li parêzgeha Enqerê dengê xwe bikar anî û derbarê hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê de axivî. Sancar bang li xelkê kir ku biçin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.

Mithat Sancar got “Em bawer in encamên ku ji vê hilbijartinê derbikevin dê Tirkiyê bibe destpêkeke nû. Dê hemû welatiyên me li gor berpirsyartiya demokrasiyê dengên xwe bikar bînin. Pêwîstiya demokrasiyê ew e ku îradeya gel ji sindoqan derkeve. Ev hilbijartin ne tenê ji bo Tirkiyê lê bo cîhanê jî girîng e. Ji ber dê bibe mînak ku bi hilbijartinê, bi îradeya gel dê desthilateke ber bi otorîter ve çûye bê rawestandin. Ji bo welatên din jî dê bibe hêviyek."

Zêdetir bixwîne

14:23

Li Qoserê berpirsên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk rûbirûyê êrîşî bûn

Li Qoserê berpirsên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk rûbirûyê êrîşî bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ser bi parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di navbera alîgirên Partiya Çepên Kesk û alîgirên AK Partiyê pevçûn çêbû û di encam de 2 berpirsên sindoqan yên Partiya Çepên Kesk birîndar bûn.

Li gor dîmenên li ser medya civakî hatine belavkirin îro Yekşemê 14ê Gulanê ku hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê tên kirin, li gundê Eşme ser bi navçeya Qoserê ya Mêrdînê xizmên parlamenterê AK Partiyê Faruk Kiliç xwestine dengên xwe vekirî û bi hevre bikar bînin lê dema berpirsên sindoqê yên Partiya Çepên Kesk xwestine vê yekê tomar bikin rûbirûyê êrîşî bûne.

Di encama pevçûnê de 2 berpirsên YSPê Havas Gungor û Kemal Erbey birîndar bûne û bo Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê  hatine veguhestin.

Li gor zanyariyên Berdevkê Navenda Kordinasyona Hilbijartinan a YSPê Mehmet Ruştu Tiryaki, li ser midexaleya parêzeran derbarê bûyerê de belge hatiye tomarkirin û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz û siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk serdana birîndaran kirine.

Zêdetir bixwîne

14:19

Yapicioglu: Divê her kes rêzê li encamê bigre

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) Zekeriya Yapicioglu li navçeya Başakşehirê ya Stenbolê dengê xwe da û got “Di dawiyê de ji sindoqan çi encam derê bila derê divê her kes rêzê lê bigre.”

Serokê Giştî yê Partiya Doza Azad Zekeriya (HUDA-PAR)  Yapicioglu li baxçeyê dibistana lê de dang da daxuyaniyekê da çapemeniyê.

Yapicioglu hêvî kir ku hilbijartin bê qeza û bela bi dawî bibe û got “Hêvîdarim îradeya hemwelatiyên me û miletê me bi awayekî tendirus ji sindoqan derkeve. Me pêvajoyeke hilbijartinê ya hinekî ne xwe derbas kir. Bi taybetî jî me ji zimanê ku hat bikaranîn gelek gazind kir. Şewazeke tund hebû. Spas ji Xwedê re, ev şêwaz bandor li alîgiran nekir. Înşallah piştî hilbijartinê jî bandor neke. Di dawiyê de ji sindoqan çi encam derê bila derê divê gehîştinî pêşwazî lê bike.”

Herwiha Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku ji bo welat çi bi xêr be bila ew encam ji sindoqan derên.

 

Zêdetir bixwîne

13:30

Erdogan: Ez dê piştî hejmartina dengan duayan bikim

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê ragihand ku ez dê êvarê piştî jimartina dengan duaya xêrê bo demokrasî û siberoja welat dike û ji hemû welatiyan daxwaz kir ku biçin ser sindoqên dengdanê.

Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan ligel hevjîn û neviyê xwe li Dibistana Seretayî ya Safet Çebî li Stenbolê dang da û bo medya fermi ya welatê xwe axivî.

Erdogan destpêkê hêviya serkeftinê bo proseyê xwest û behsa wê yekê kir ku serkeftina vê proseyê bo demokrasiya Tirkiyê gelekî girîng e û got: “Ji serê sibehê ve rewşa hilbijartinê dişopînim. Li gor agahiyên ku min ji Wezîrê Navxwe wergirtine, heta niha pirose bê pirsgirêk berdewam e.”

Erdogan bal kişand ser rewşa hilbijartinê ya li navçeyên erdhejê û got: "Ez bi baldarî proseya hilbijartinê ya li deverên erdhejê dişopînim, li wir jî bi coş û kelecan xelk diçin ser sindoqan û dang didin. Li wir jî heta niha ti pirsgirêk û astengiyek çê nebûye."

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur herwiha got: "Êvarî piştî jimartina dengan, duaya xêrê bo demokrasî û siberoja welat dikim, ez ji hemû welatiyan daxwaz dikim bê dûdilî heta êvarî berê xwe bidin navendên dengdanê û bi beşdariya xwe demokrasiya Tirkiyê bihêztir bikin."

Zêdetir bixwîne

13:21

Sînan Ogan li Enqerê dengê xwe da

Sînan Ogan li Enqerê dengê xwe da

Hewlêr (Rûdaw) - Berbijêrê Postê Serokkomar ê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan daxwaz ji welatiyan kir ku biçin navendên dengdanê û beşdarî hilbijartinan bibin.

Sinan Ogan li Enqerê ligel hevjîna xwe li navenda dengdanê ya Mîmar Sînan deng da û piştre ji medya Tirkiyê re axifî û daxwaz ji hemû welatiyên Tirkiyê kir ku biçin navendên dengdanê û beşdarî hilbijartinan bibin.

Berbijêrê Serokkomariyê Sinan Ogan got, “Hêvîdar im ev hilbijartin bibe xêr û xweşî bo gel û welatê me. Ji vê derê daxwazê ji hemû welatiyan dikim, tikaye deng bidin. Bi hêminî û aramî biçin navendên dengdanê û deng bidin. Gelekî kêfxweş û bi kelecan im, hevjîna min berî min deng da. Ew herdem destpêşxer bûye.”

Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê de; hejmara sindoqan 191 hezar û 884, hejmara dengdêran 60 milyon û 697 hezar û 843, hejmara dengdêrên jin 30 milyon û 710 hezar û 790 ku ji sedî 50.60ê dengdêran dike, hejmara dengdêrên mêr 29 milyon û 987 hezar û 790 ku ji sedî 49.40ê dengdêran e.

Her wiha hejmara kesên ku dê yekem car dengê xwe bibin 4 milyon û 904 hezar û 672, hejmara kesên xwedan pêdiviya taybet 989 hezar, dengdêrên ku ji 75 salî mezintir in 3 milyon û 180 hezar û 802 e. Hejmara sindoqan jî 191 hezar 884, hejmara sindoqên gerok 421 û hejmara girtiyên ku mafên wan ên dengdanê heye 53 hezar û 172 kes in.

Zêdetir bixwîne

13:18

Çavuşoglu: Heta doh em axifîn û îro jî gotin a gel e

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê dibêje: “Em siyasetmedar gelekî axifîn û gel guhê xwe da me; îro jî gel diaxife û em guh li wan digrin.”

Berbijêrê AK Partiyê yê Antalyayê Mevlut Çavuşoglu ligel hevjîna xwe deng dan û piştre ji rojnamevanan re axifî.

Çavuşoglu got: “Me jî deng da; hêvîdar im ev dengdan bo gel û welat xêr be. Hêvîdar im dengê hemû welatiyekî çi li navxwe û çi li derveyî welat bibe çavkaniya aramî, seqamgîrî û aştiyê bo Tirkiyeyeke bihêztir.”

Çavuşoglu derbarê rojên propagandeya hilbijartinê de jî got: “Heta îro siyasetmedar axifîn; tişta pêwîst bû gotin û hinek caran zêdegavî jî kirin dema behsa mijarên xwe dikirin, lê îro axaftin a gel e û em jî guh digrin. Desthilata reha û hemû serwerî desthilata gel e û baweriya me hemûyan bi biryara gel heye.”

Zêdetir bixwîne

13:08

Ji bo hilbijartina berbijêran çend deng pêwîst in?

Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro ji bo hilbijartina serokomar û parlementoyê xelk diçe ser sindoqan.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo ku cardin bê hilbijartin divê ji dengên ku di hilbijartina dawîn da sitendibû hewcedarê 1.3 milyon dengên zêde ye.

Divê Kiliçdaroglu jî 12 milyon deng zêdetir ji dengên ku Muharrem Înce di hilbijartina borî de wergirtibû bidest bixe.

Herwiha pêdiviya Sînan Ogan jî bi 27.6 milyon dengan heye.

Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlamentoyê li seranserê Tirkiyeyê demjimêr 08:00an de dest pê kir.

Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan ji bo posta serokkomariyê hevrikiyê dikin.

Serokê Giştî yê Partiya Memleketê Muharrem Înce 2 roj beriya Hilbijartinê xwe ji xwse ji berbijêriyê vekişandibû. Lê Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê ragihand ku dê dengên Înce derbasdar bên dîtin.

Ji bo bê hilbijartin 27.6 milyon deng pêwîst e

Eger rêjeya beşdarbûna hilbijartinên 14ê Gulana 2023an weka sala 2018an be, ji bo ku berbijêr bibin serokkomar pêwîstiya berbijêran bi 27.6 milyon dengan heye.

Nêzî 5 milyon kes dê cara yekem dengê xwe bidin

Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK)  ragihandibû ku hejmara hilbijêrên ku hem li welêt hem jî li derveyî welêt dikarin dengê xwe bidin 64 milyon û 113 hezar û 941 kes in.

Di 14ê Gulanê de 4 milyon û 904 hezar û 672 hilbijêr dê cara ewil dengê xwe bidin.

Di hilbijartinên 2018an de kîjan berbijêr çend dengan bidest xist?

Di hilbijartinên sala 2018an de ji sedî 84.3 xelkê beşdarî hilbijartinê bûbûn.

Di hilbijartina 2018an de berbijêrê serokomariyê yê Tifaqa Cumhur Recep Tayyîp Erdogan bi 26 milyon û 325 hezar û 188 dengan û ji sedî 52.6ê dengan bi ser ketibû.

Hevrikê wî yê herî nêzîk Muharrem Înce 15 milyon û 336 hezar û 861 deng wergirtibû. Rêjeya dengên Înce ji sedî 30.6 bû.

Pêwîstiya Kiliçdaroglu bi 12 milyon dengên din heye

Li gorî berbijêrê berê yê CHPê Înce pewîst e Berbijêrê Tifaqa Millet Kemal Kiliçdaroglû 12 milyon û 328 hezar dengan zêdetir werbigre.

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş, Seroka IYI Partiyê Meral Akşener û Serokê Partiya Saadetê Temel Karamollaoglû ji di hilbijartinên 2018an de bi giştî 8 milyon û 300 hezar deng wergirtibûn.

Pêwîstiya Sînan Ogan bi 27.6 milyon dengan heye

Sînan Ogan ji bo ku bibe serokomar pêwîstiya wî bi 27.6 milyon dengan heye.

Zêdetir bixwîne

12:51

Kiliçdaroglu piştî dengdanê daxuyaniyek da çapemeniyê

Kiliçdaroglu piştî dengdanê daxuyaniyek da çapemeniyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê CHPê û Berbijêrê Serokkomariyê yê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu, ligel hevjîna xwe li Enqerê deng dan. Kiliçdaroglu piştre daxuyaniyeke kurt da rojnamevanan û got, “Ji vir û şûnde hûnê bibînin dê bihar were vî welatî û bihar hertim berdewam be.”

Hevpeymaniya Ked û Azadiyê jî piştgiriyê dide Kiliçdaroglu; Partiya Çep a Kesk (YSP) hêza yekem a wê hevpeymaniyê ye ku HDP bi navê wê beşdarî hilbijartinan dibe.

11ê Gulanê Serokê Giştî yê Partiya Memleket û Berbijêrê Postê Serokatiya Komara Tirkiyê Muharrem Înce ji berbijêriyê vekişiya û bi wî awayî sê berbijêr mane; Berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur Recep Tayyip Erdogan, Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu û Berbijêrê Hevpeymaniya Ata Sinan Ogan.

Berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu got, “Spasiya hemû welatiyên xwe dikim. Ez dixwazim rêz û hezkirina xwe ya kûr ji hemû welatiyên diçin ser sindoqan û deng didin re bişînim. Me hemûyan gelekî bêriya demokrasiyê kiriye, me bêriya bihevrebûnê kiriye, me hemûyan bêriya hev hembêzkirinê kiriye. Ji vir û şûn de em dê bibînin, bi piştîvaniya Xwedê bihar dê were vî welatî û bihar her berdewam be.”

Di hilbijartinên serokkomarî û parlamenteriyê yên Tirkiyê de; hejmara sindoqan 191 hezar û 884, hejmara dengdêran 60 milyon û 697 hezar û 843, hejmara dengdêrên jin 30 milyon û 710 hezar û 790 ku ji sedî 50.60ê dengdêran dike, hejmara dengdêrên mêr 29 milyon û 987 hezar û 790 ku ji sedî 49.40ê dengdêran e.

Her wiha hejmara kesên ku dê yekem car dengê xwe bibin 4 milyon û 904 hezar û 672, hejmara kesên xwedan pêdiviya taybet 989 hezar, dengdêrên ku ji 75 salî mezintir in 3 milyon û 180 hezar û 802 e. Hejmara sindoqan jî 191 hezar 884, hejmara sindoqên gerok 421 û hejmara girtiyên ku mafên wan ên dengdanê heye 53 hezar û 172 kes in.

Zêdetir bixwîne

11:47

Akşener: Divê her kes rêzê li encamên hilbijartinê bigre

Wêne: AA

Hewlêr (Rûdaw) - Seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener got: “Wek Hevpeymaniya Millet, me bêyî cudakarî guh da pirsgirêkên dengdêran û çareserî pêşkêş kir.”

Meral Akşener, îro 14ê Gulanê ji bo hilbijartinên serokkomarî û  Parlamentoya Tirkiyê li navçeya Beylerbeyî ser bi parêzgeha Stenbolê dengê xwe da.

Akşener got: "Hêvî dikim ji bo milet û welatê me li ser xêrê be. Em bi dostanî xebitîn. Min li 45 cihan mitîng saz kir. Min li 54 xalan bername kir. Îmamoglu li 66 cihan, Yavaş bi heman awayî, Kiliçdaroglu jî bi heman awayî. Me hemûyan gelek xebat kir. Me wek Hevpeymaniya Millet, bêyî cudakarî guh da pirsgirêkên dengderan û çareserî pêşkêş kir.”

Akşener herwiha dibêje, biryara ku xelk bide li ser serê wan e û divê her kes rêzê li encamên hilbijartinê bigre.

 

Zêdetir bixwîne

11:10

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar dengê xwe da

Wêne: Ajans

Hewlêr (Rûdaw) - Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Dibistana Seretayî ya Gazî ya navçeya Sultangaziyê ya Stenbolê dengê xwe da.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar li Taxa Gaziyê bi hin endamên partiyê re hat dibistanê û çû ser sindoqa ku lê qeyda xwe heye.

Uçar li dibistanê di sindoqa jimare 1359an de dengê xwe bi kar anî.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Uçar piştî ku dengê xwe de daxuyaniyek da û diyar kir ku bi van encamên hilbijartinê re wan soza refah, biratî û jiyana hevbeş a welatekî demokratîk dane.

Uçar diyar kir ku ew dixwazin ev hilbijartin bibe parlamentoyeke ku hemû pirsgirêkên mayînde û heyî yên welêt têxe rojeva xwe û çareseriyan çêbike û got “Em hêvî dikin ku hemû gel, bawerî û hemû beşên li welat dijîn, xwe di makezagoneke demokratîk a ku maf û qanûnên xwe diparêze de bibînin. Her wiha em hêvî dikin ku siyaseta demokratîk a ku ji bo vî welatî pêwîst e, bi me re were avakirin û jiyankirin û em soza komara demokratîk didin.”

Zêdetir bixwîne

11:09

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Ji bo hilbijartinan 601 hezar karmendên ewlehiyê li ser kar in

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê: Ji bo hilbijartinan 601 hezar karmendên ewlehiyê li ser kar in

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu li Stenbolê beşdarî proseya dengdanê bo hilbijartinên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê bû û piştî deng da got, 601 hezar karmendên hêzên emnî hatine erkdarkirin û li ser kar in.

Berbijêrê AK Partiyê yê Stenbolê Suleyman Soylu, li navendeke dengdanê ligel hevjîna xwe deng dan û piştre di civîneke çapemeniyê de ji rojnamevanan re axifî. Soylu got, “Me plana emnî bo sê qonaxan daniye. Qonaxa yekem serkeftî derbas bû ku qonaxa berî hilbijartinê bû, îro jî qonaxa duyem e ku plana roja hilbijartinê ye û qonaxa sêyem jî plana piştî hilbijartinê ye.”

Soylu da zanîn ku di hilbijartinên 14ê Gulana 2023an de li seranserê Tirkiyê 280 bûyerên taybet bi hilbijartinê çêbûne û got: “Ev di demekê de ye berî hilbijartinên 2018an li tevahiya Tirkiyê 311 hebûn. Ev jî li gor hilbijartina berê, bûyer kêmtir bûne.”

Soylu dibêje, “Ezmûneke baş a Tirkiyê di dîroka hilbijartinan de heye û di wê çarçoveyê de herdem plana emnî ya parastina asayîşa hilbijartinan serkeftî birêve çûye. Ligel Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê berdewam di hevahengiyê de ne û me li gor rênmayiyan planên xwe danîne.”

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê herwiha got, “Îro 601 hezar karmendên polîs, asayîş, cendirme û gundparêz li ser kar in û erkê wan jî parastina navendên dengdanê ye; hevdem 79 helîkopter û 8 firoke jî hatine erkdarkirin û li ser kar in.”

Zêdetir bixwîne

10:48

Bozdag: Li Rihayê proseya dengdanê baş birêve diçe

Bozdag: Li Rihayê proseya dengdanê baş birêve diçe

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Bekir Bozdag dengê xwe da û ragihand ku proseya dengdanê li Rihayê di hewayeke aram û demokratîk de birêve diçe.

Berbijêrê AK Partiyê yê Rihaya Bakurê Kurdistanê Bekir Bozdag li navendeke dengdanê deng da û piştre bi rêya medyayê peyamek belav kir.

Bozdag hêvî kir ku proseya dengdanê heta dawî bi aramî derbas bibe û got: “Li Rihayê proeseya dengdanê bi awayekî baş û di hewayeke aram de birêve diçe. Hêvîdar im ev hilbijartin bo Urfa, Tirkiye û me hemûyan bibe cihê xêrê.”

Bekir Bozdag wiha axivî “Îro bo hilbijartina serokkomar û nûnerên me bo 28emîn Xula Parlamentoya Tirkiyê, hemû pêkhateyên gel diçin ser sindoqên dengdanê. Min jî kêliyek berî niha deng da û hêvîdar im bibe cihê xêrê. Îro gelê Tirkiyê bi ciwan, pîr û bi hemû arasteyan biryarê li ser çarenivîs û siberoja welat didin. Hêvîdar im her biryareke millet bide, bibe cihê xêrê bo me hemûyan. Proseya dengdanê li Urfayê bi awayekî baş û hewayeke demokratîk de birêve diçe. Guman têde nîne, li her cihekî welatê me hilbijartin di hewayeke aram û demokratîk de birêve diçin. Gelê me di hemû hilbijartinên derbasbûyî de mînaka herî baş a demokrasiyê pêşkêş kirine. Îro jî di vê hilbijartinê de, welatî îradeya xwe ya mezin pêşan didin, heman ezmûnê dûbare dikin û tabloya herî xweşik a demokrasiyê derdikeve holê. Hêvîdar im encamên vê hilbijartinê bo Riha, Tirkiye û hemûyan bibe cihê xêrê.”

Zêdetir bixwîne

10:10

Buldan: Em li bendê ne guhertinên mezin çêbibin

Buldan: Em li bendê ne guhertinên mezin çêbibin

Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka HDPê Pervîn Buldan îro Yekşemê 14ê Gulanê li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê li navendeke dengdanê deng da.

Dengdana ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Serdema 28emîn a parlamentoyê li seranserê Tirkiyeyê demjimêr 08:00an de dest pê kir. Gelê Wanê ji bo dengê xwe bide çûn ser sindoqan.

Buldan di daxuyaniyekê de ji rojnamevanan re got: “Tirkiye demeke dirêj e bûye welatek ku neheqî û bêedaletiyeke mezin tê de hatiye kirin. Li di van hilbijartinan de ku îro tên kirin, em hemû li bendê ne guhertin û werçerxaneke mezin çêbibe.”

Herwiha Pervîn Buldan dibêje “Demeke dirêj e kar dikin û êdî îro dema wê hatiye berhemê ked û karên xwe kom bikin. Îro li hemû cihekî Tirkiyê hemû kes deng didin. Hêvîdar im ew hemû dengên tên dayîn, rêxweşker bin bo aramî, xweşguzeranî, aştî, dadperwerî û demokrasiya welat. Ev welat demeke dirêj e bûye welatek ku bêedaletiyeke mezin têde hatiye kirin, lê îro bi van hilbijartinên ku tên kirin, em hemû li bendê ne guhertin û werçerxaneke mezin çêbibe. Hemû gelên Tirkiyê li benda wê yekê ne û 82 milyon kes ji van hilbijartinan bi hêvî ne.”

 

 

Zêdetir bixwîne

10:01

Welatiyên li herêma erdhejê çûn ser sindoqan

Welatiyên li herêma erdhejê çûn ser sindoqan

Hewlêr (Rûdaw) - Li Dîlok, Mereş, Meletî, Riha, Semsûr û Kîlîsê yên ku di erdheja 6ê Sibatê de zirareke mezin dîtibûn, dengdêran di sindoqên li baxçeyên dibistanên ku zirar dîtine hatine danîn de dest bi dengdayê kirin.

Li Mereşê serok û rayedarên sindoqê yên ku di demjimêrên serê sibê de çûn dibistanan amadekariyên xwe temam kirin.

Hin dengdêrên li ber konteyniran li baxçeyê Dibistana Amadehiyê ya Zekî Karakiz a navçeya Onikisubatê di dorê de bûn, ji saet 08.00an pê ve dest bi dengdayînê kirin.

Tevî ku serê sibê ye jî welatî li ber sindoqan ketine dorê.

Li Mereşê 753 hezar û 287 dengdêr dê ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Xula 28emîn a Parlamenteriyê di 2 hezar û 405 sindoqan da dengên xwe bidin.

Li Dîlokê li navenda bajêr welatiyan li dibistanan dengên xwe dan. Li navçeyên Îslahiye û Nûrdagiyê yên ku ji ber erdhejê bandoreke mezin lê çêbibûn, dengdêran di konteynerên hilbijartinê yên ku hatine danîn de, dest bi dengdayînê kirin.

Li Meletî û Semsûrê ji bilî dibistanên ku ji erdhejê xilas bibûn, di konteynerên hilbijartinê yên li taxên dibistanên xerabûyî hatin danîn de dengan dest pê kir.

Hate dîtin ku li herêmên ku konteynerên hilbijartinê hatine danîn, welatiyan qelebalixî çêkirine.

Li Riha û Kilîsê jî welatî ji saetên serê sibê ve çûn ser sindoqan.

Zêdetir bixwîne

09:19

Kîjan bajarê Bakurê Kurdistanê çend parlamenteran derdixe?

Kîjan bajarê Bakurê Kurdistanê çend parlamenteran derdixe?

Hewlêr (Rûdaw) - Biryara Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê ya derbarê hejmara parlamenteran a parêzgehan û herêmên hilbijartinê de di Rojnameya Fermî de hat weşandin. Enqerê 36, Stenbol 98, Îzmîr 28 parlamneter dişînin parlamnetoyê. Li aliyê din dê ji parêzgehên Bakurê Kurdistanê Amed 12, Riha 14, Mêrdîn 6 parlamenter biçin parlamentoya Tirkiyê.

Lijneya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyê (YSK) ji bo Hilbijartinên Serokomariyê û Parlamenteriyê yên ku di 14ê Gulanê da tên kirin da hejmara herêm û parlamenteran nû kir.  

Li gorî vê li Enqerê 3 herêm henê û 36 parlamenter tên derxistin, li Bursayê 2 herêm û 20 parlamenter, Stenbolê 3 herêm 98 parlamenter û Îzmîrê 2 herêm hene e 28 parlamneter tên derxistin.

Li aliyê din hejmara parlamenterên bajarên Bakurê Kurdistanê jî hat diyarkirin.

Li gorî vê hejmara parlamenterên bajarên Bakurê Kurdistanê wiha ne:

Amed 12

Riha 14

Dîlok 14

Wan 8

Mêrdîn 6

Colemêrg 3

Êlih 5

Semsûr 5

Agirî 4

Çewlig 3

Bedlîs 3

Xarpêt 5

Erzerom 6

Qerrs 3

Meletî 6

Mereş 8

Mûş 3

Sêrt 3

Dêrsim 1

Şirnex 4

Îdir 2

Zêdetir bixwîne

07:29

Hilbijartinên Tirkiyê: Proseya dengdayînê bidawî hat

Wêne: Rûdaw

Hewlêr (Rûdaw) – Xelkê Tirkiyê îro ji demjimêr 08:00an pê ve ji bo hilbijartina serokkomarê ku dê 5 salan li ser wî erkî be û parlementerên nû bên hilbijartin, diçe ser sindoqên dengdanê.

Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Xula 28an dê li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê li 973 navçe û 1094 desteya hilbijartinan a navçeyan ji zêdetirî 191 hezar sindoq bên danîn.

Îro li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 60 milyon û 697 hezar û 843 dengdêr dê dengên xwe bidin ku 4 milyon û 904 hezar û 672 ji wan dê yekem car e deng bidin. Hejmara dengdêrên di girtîgehan de jî 53 hezar û 172 ye.

Dengdan dê di navbera demjimêr 08:00-17:00an de pêk were

Dengdan wê li seranserî Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê di demjimêr 08:00an de dest pê bike û di demjimêr 17:00an de bi dawî bibe lê her çiqas dê di demjimêr 17.00an de bi dawî bibe jî dengdêrên ku li ser sindoqê amade ne ji bo dengdanê, piştî ku ji aliyê serok ve hatin hejmartin dê bi dorê dengên xwe bidin.

Dengdêr dê bi yek ji belgeyên fermî yên ku li ser Hejmara Nasnameyê ya Komara Tirkiyê li ser be û nasnameyê eşkere bike, bikaribin dengê xwe bidin.

2 pisûleyên cuda yên dengdanê dê di zerfekê de bin

Dengdêr dê ji bo serokomariyê û parlamenteriyê du pisûleyên cuda yên dengdanê têxin heman zerfê û têxin sindoqê.

Berê dê hejmartin û tomarkirina pisûleyên hilbijartina serokomariyê bê kirin.

Li herêma erdhejê hilbijartin

YSKê ji ber erdhejên ku li 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê wêraniyeke mezin li dû xwe hîşt tedbîrên cuda girtin. YSKê ji ber kêmasiyên ku li parêzgehên erdhejê dîtiye, di konteyniran de sindoqan dayîne û hewl bide hilbijartineke bê pirsgirêk birêve biçe.

Li herêmê dê li heman dibistanên ku berê sindoq lê hatibûn danîn, sindoq bên danîn. Heger dibistan hilweşîyabin an jî zirar dîtibin, dê dengdayîn di nav konteynirên ku li baxçe an jî li herêmek nêzîk were dayîn de bê kirin.

133 hezar dengdêran qeydên xwe birin parêzgehên din

Dengdêrên ku ji erdhejê bandor wergirtine qeyda biribine ku dê dengê xwe li wê navnîşanê bidin û dê deng ji bo wê herêmê bêne hejmartin. Nêzîkî 133 hezar dengdêran ji herêma erdhejê qeydên xwe birin parêzgehên din.

Her wiha di vê hilbijartinê de ji bo dengdêrên ku ji ber nexweşî yan jî xwedan pêwîstiyê taybet in, sindoqên dengdanê yên gerok hatin çêkirin. Ev hilbijêr dê di sindoqên gerok de dengên xwe bidin.

Di vê hilbijartinê de cara yekem e ji bo kesên ku nabînin bi şabloneke ji wan re hatiye amadekirin dengên xwe bidin, dê li ser her sindoqekê şablonek bê şandin.

Sê berbijêr dê ji bo serokkomariyê rikeberiyê bikin

Li gor rêza ku bi peşkê hat diyarkirin dê navê Recep Tayyîp Erdogan, Muharrem Înce, Kemal Kiliçdaroglu û Sînan Ogan li ser pisûleya hilbijartina serokomariyê cih bigirin. Lê belê yek ji berbijêra Muharrem Înce di 11ê Gulanê de ragihand ku xwe ji berbijêriyê vekişandiye. Ji ber ku çapkirin û belavkirina pisûleyan bi dawî bûye, dê navê Înce li ser pisûleyan hebe.

24 partiyên siyasî, 151 berbijêrên serbixwe yên parlementeriyê

Di Hilbijartina Parlamenteriyê ya Xula 28an de li seranserê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê 24 partiyên siyasî û 151 berbijêrên serbixwe yên parlementeriyê wê tevlî hilbijartinan bibin.

5 tifaqên cuda

Hin partiyên siyasî bi 5 tifaqên cuda yên di bin navê tifaqên Cumhur, Millet, Ata, Ked û Azadî û Yekîtiya Hêza Sosyalîst de dikevin hilbijartinê.

Di vê çarçoveyê de AK Partî, MHP, BBP û Partiya Yeniden Refahê di bin navê Tifaqa Cumhur de beşdarî hilbijartinê dibin.

Tifaqa Millet jî ji aliyê CHP, IYI Partî, Partiya Saadet, Partiya Pêşerojê, Partiya DEVA û Partiya Demokrat ve hat avakirin.

Partiya Çepên Kesk û Partiya Karkerên Tirkiyê (TIP) di bin navê Tifaqa Ked û Azadiyê de dikevine hilbijartinan. HDP ya ku doza girtinê li ser hatiye vekirin, ji lîsteyên Partiya Çepên Kesk tevlî hilbijartinê dibe.

Partiya Zafer û Partiya Adaletê di bin navê Tifaqa Ata de, Partiya Komunîst a Tirkiyê, Tevgera Komunîst a Tirkiyê û Partiya Çep jî di bin navê Yekîtiya Hêza Sosyalîst de cih digirin.

Navendên dengdanê

Bingehên girtî dê bi awayekî bin ku nihêniya dengan misoger bike û dengdêr bi tevahî azadî dengê xwe bidin û rê nedin ku ji derve ve çavdêriya hundir bê bikin.

Endamên komîteya partiyê, berbijêr û çavdêr ên li ser sindoqên dengdanê nikarin nîşan, amblem û rozetên ku partiya wan nîşan dide hilgirin.

Serok û endamên lijneya sindoqan beriya dest bi erka xwe bikin dê li ber sindoqê sond bixwin û kontrol bikin ku sindoq vala ye.

Sîstema cihê dengdanê dê ji aliyê serokê komîteya sindoqan ve bê cibîcîkirin. Serok dê hişyariyê bide kesên ku hewl didin aloziyê derbixin û yên ku guh nedin hişyariyê jî dê werin derxistin.

Tedbîrên ku li cihê sindoqan bên girtin dê ne wisa be ku dengdêr nikaribin li sindoqan temaşe bikin.

Di pêvajoya dengdayînê de wê berê jinên ducanî, nexweş, kesên xwedan pêwîstiyên tayber û kal û pîr bên girtin.

Qedexeyên roja hilbijartinê

Hilbijartinên 14ê Gulanê sibê Yekşemê tên kirin û Serokatiya Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) bi daxuyaniyekê 6 gavên bikaranîna dengdayînê diyar kirin.

Li gor daxuyaniya YSKê di hilbijartinên 14ê Gulanê yên serokkomarî û Parlamentoya Tirkiyê de welatî dikarin bi belgeya zanyariyên dengder ku bo wan hatiye şandin an jî li gor hejmara sindoqa navê wan hatiye tomarkirin dengê xwe bikar bînin.

1- Welatî divê bizanibe ku dê li ku derê û li kîjan sindoqê dengê xwe bide. Kesên belgeya zanyariyên dengder negihiştibe destê wan dikarin li ser malpera YSKê cih û hejmara sindoqê bizanibin. Li seranserê Tirkiyê di navbera 08:00 û 17:00an de dê deng bên dayîn û eger demjimêr bidawî bibe û welatiyên dengên xwe bikar neanîne hebin serokê desteya sindoqê piştî ku nasnameya wan werbigre dikare rê bide welatî dengên xwe bikar bînin. Lê welatiyên piştî demjimêr 17:00an bên nikarin deng bidin.

2- Nasnameya xwe ya ku reqema Komara Tirkiyê li ser e ji bîr nekin. Dengder divê yek ji wan belgeyan wek nasname, nasnameyeke ku ji aliyê saziyeke fermî ve hatibe dayîn, pasaport, belgeya zewacê, belgeya şofêriyê, nasnameya parêzer, noter û leşkerî pêşanî serokê sindoqê bide û hejmara rêzbenda dengder bibêje. Eger kesek yek ji wan belgeyan nede nikar dengê xwe bide.

3- Divê bi telefonê nekevin nav kabîneyê. Qedexe ye ku dengder bi telefon an jî makîneya film û fotografan bikeve nav kabîneyê. Eger hebe divê deynin ba desteya sindoqan û piştî dengdanê paşde bê wergirtin.

4- Divê ji bilî mohrê ti nîşanek li pisûleya dengan neyê dayîn. Dengder di pisûleyê de dê mohra “Belê” an “Bijare” bêyî ku derxîne derveyî beşa ji bo mohrê hatiye veqetandin lê bide. Ji bo deng bê hesibandin divê derveyî vê mohrê ti nîşaneke din an jî îmze neyê danîn. Derveyî pisûleyan jî ti tiştekî din nexin nav zerfan. Ji bo welatiyê ku difikire şaşitî kiriye pisûleya nû nayê dayîn.

5 -Divê pisûleyan bixin yek zerfê. Ji bo dengder wê du pisûle bên dayîn ku yek ya serokkomariyê ye û yek jî ya parlamenter e lê divê her duyan jî bixin yek zerfê.

6- Piştî bikaranîna deng divê îmze bê dayîn. Dengder piştî zerfa xwe avêt nav sindoqê divê di lîsteya degderan de li cihê beranber navê xwe îmze bike.

Desteya Sindoqan ji nûnerên 5 partiyên siyasî yên ku di hilbijartina herî dawî de herî zêde deng bidest xistine pêk tê.

Di kîjan rewşan de dê deng neyên hesibandin?

Dengdêr dê ji bo serokkomar û parlamenteran du pisûleyên cuda yên hilbijartinan bixin nav heman zerfê û bixin nav sindoqê. Berê wê hejmartin û tomarkirina pisûleyên hilbijartina serokomariyê bê kirin.

Nehesibandina yek ji pisûleyên hilbijartinê ya di pusûleyên dengan ên ku ji zerfê derdikevin de, hewcedariya betalkirina ya din nake.

Heger mohra "Erê" an "Tercîh" li ser çend tifaqan, partiyek an berbijêrê ku ne di heman tifaqê de ye bê danîn, dê deng betal bibin.

Çirandin pisûleya dengdanê bi awayekî ku yekparçetiya wê xera bibe, ji xeynî mohr û an jî li şûna mohr, çi nîşan, nav, mohr an jî pencenor li ser hebe dê betal bike.

Her wiha heger li ser pisûleyê bi zelalî hatibe nivîsandin, xêzkirin an nîşankirin an jî di zerfê de madeyek ku wekî nîşanekê ye hebe, dê deng neyê hesibandin.

Heger berbijêr dengên pêwîst wernegirin dê di 28ê Gulanê de tûra duyemîn a dengdanê were kirin

Eger yek ji berbijêrên serokomariyê nikaribin dengên piranî bi dest bixin, wê di 28ê Gulanê de tûra duyemîn a dengdanê were kirin

Zêdetir bixwîne