Erdogan: Divê derfeta aştiyê ji dest neyê dayîn
Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte civiyan.
Erdogan di civînê de diyar kir ku ew dê ji bo bidawîkirina şerê Ukrayna û Rûsyayê hewlên xwe zêde bikin û divê derfeta aştiyê ji dest neyê dayîn.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte doh çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê û bi serokkomarê wî welatî Recep Tayyîp Erdogan civiya.
Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê civîna Erdogan û Rutte daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de peywendiyên Tirkiye û NATOyê, rûdanên dawî yên derbarê şerê Ukrayna-Rûsyayê, mijarên herêmî û cîhanî hatine gotûbêjkirin.
Erdogan diyar kir ku Tirkiye girîngiyê dide NATOyê û wekînîşaneya vê yekê jî dê fermandariya Hêza Kosovayê ya NATOyê ji nû ve wergire.
“Tirkiye dê her tiştî bike”
Erdogan got, “Tirkiye di têkoşîna dijî terorîzmê de ji hevpeymanên xwe li benda hevkariyê ye.
Tirkiye tevî hemû ceribandinên navxweyî û derve dê ji bo bihêzkirina NATOyê her tiştî bike.”
Erdogan her wiha kir Tirkiye dê ji bo bidawînîna şerê Ukrayna-Rûsyayê hewlên xwe zêde bike û got:
“Tirkiye bi awayekî xurt piştgiriyê dide pêkanîna agirbesteke berfireh û helwesta NATOyê ya ku nebe beşek ji vî şerî diparêze û divê derfeta aştiyê ji dest neyê dayîn.”
Di hevdîtina Sekreterê Giştî yê NATOyê û Serokkomarê Tirkiyeyê de, Wezîrê Karên Derve Hakan Fîdan û Şêwirmendê Siyaseta Derve û Ewlehiyê ya Serokkomariyê Akîf Çagatay Kiliç jî amade bûn.