Parlamenterê AK Partiyê: Hêviya me ew e ku PKK çekên xwe deyne

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê AK Partiyê Mihemed Mufît Aydin daxuyand ku ew hêvîdar in Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) di demeke nêzîk de çekên xwe deyne û pişt re dê her pirsgirêk li ser maseya dan û standinan were gotûbêjkirin.

Mihemed Mufît Aydin di bernameya Nûrojê ya ku Nalîn Hesen pêşkêş dike de behsa “pêvajoya aştiyê” kir.

"Ev mijar ne ya îro ye”

Parlamenterê AK Partiyê diyar kir ku Doza Kurdan mijareke kevn e û wiha axivî:

"Ev mijar ne ya îro ye, mijareke 47 salan e. Beşek ji zarokên me bê xwendin û kar man, ziyaneke gelekî mezin li aborî û siyaseta Tirkiyeyê da.

Tirkiye 47 sal in di zehmetiyê de ye lê sipas ji Xwedê re ku rewş niha baş bûye û em hêvî dikin ku PKK biryara xwe bi cih bîne û di demeke kurt de çekên xwe deyne.

Pişt re her tiştê pêwîst dê li ser maseyê were gotûbêjkirin."

"Erdogan ji bo çareseriyê bi biryar e"

Mihemed Mufît Aydin got ku Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji berê ve dixwaze vê meseleyê safî bike û xwe lê berda:

"Serokkomarê me Recep Tayyîp Erdogan li ser çareserkirina vê mijarê bi biryar e û ji roja ku hatiye heta niha dixwaze pirsgirêka Kurdan çareser bike, çimkî ziyaneke mezin ne tenê li Tirkiyeyê, lê li Îraq, Sûriye û Îranê jî daye û bi piştgiriya Xwedê dê dawî lê were."

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) biryarên kongreya 12emîn eşkere kirin.

Li gorî biryaran, "PKK hat fesixkirin, têkoşîna çekdarî qediya û xebatên li ser navê PKKyê qediyan."

Endamê Komîteya Birêviber a KCKyê Murat Karayilan di kongreyê de got, “Em heta dawiyê ji Rêber Apo bawer dikin lê pêwîst e dewlet jî tiştekî bike ku baweriyê çêbike.”

"Piştî çekdanînê, her daxwaz dê were gotûbêjkirin"

Mihemed Mufît Aydin li ser pirseke têkildarî garantiyên ji bo gerîlayan wiha axivî:

"Piştî çekdanînê, her daxwaz hebe dê li ser masa dan û standinê were gotûbêjkirin, heta ku PKK çekên xwe deyne em qanûnan jî naguherin.

Me ji roja yekem ve ew yek gotiye, piştî çekdanînê dê hemû pirs li ser maseya gotûbêjê werin çareserkirin, çi ji destê me were em dê bikin."

"Li Tirkiyeyê pirsgirêkên Kurdan nînin”

Mihemed Mufît got ku “li Tirkiyeyê pirsgirêkên Kurdan nînin” û got:

 "Li Tirkiyeyê pirsgirêkên Kurdan nînin, dikarin bibin parlamenter, şaredar û serokkomar.

Dibe ku hinek tiştên kêm hebin ku me nekirine lê di 20 salên borî de di pêvajoya aştiyê de me gelek gav avêtin.

Beriya 20 salan wekî niha nebû ku em bi Kurdî biaxivin, niha zanîngeha Kurdî heye."

"Em Hewlêr û Dihokê wekî xwe dibînin"

Mihemed Mufît Aydin li ser têkiliyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê jî got:

"Em sala borî bi Serokkomarê xwe re hatin Îraqê, em pêşî çûn Bexdayê û pişt re hatin Hewlêrê.

Serokkomarê me li Bexdayê û li Hewlêrê jî digot em birayên hev in, dostên hev in, her tiştê ku pêwîst be em dê bikin.

Beriya çend rojan jî Serokwezîrê Îraqê hatibû Tirkiyeyê, li wir jî heman gotin hatin kirin.

Em Îraqê wekî bira qebûl dikin û pirsa Hewlêr, Dihok û Kek Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî hemûyan wekî xwe dibînin."