Lêpirsîna HDKyê: 3 jin hatin berdan

Hewlêr (Rûdaw) - 3 jinên ku di lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de hatibûn girtin, hatin berdan.

Endama Meclisa Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr, Endama Meclisa Birêveberiya Navendî ya DEM Partiyê Semîha Şahîn û rojnameger Saîme Oguzhan, 21ê Sibata 2025an di çarçoveya lêpirsîna HDKyê de li Stenbolê hatibûn girtin.

Li gorî zanyariyan, her sê jinên navborî ji girtîgeha Bakirkoyê ya Stenbolê hatine berdan.

Her sê jinên girtî ji aliyê endamên HDKyê, Birêveberiya DEM Partiyê ya Stenbolê û Hevserokê Partiya Sosyalîstên Bindest (ESP) Murat Çepnî û hejmarek welatiyan ve li ber girtîgehê hatin pêşwazîkirin.

Semîha Şahînê ragihand ku wekî girtina wan, berdana wan jî ji bo wan surprîz bû û got ku lêpirsîna derbarê wan de jî bi awayekî nehiquqî bêbingeh hatiye vekirin.

Çi bûbû?

Serdozgeriya Komarê ya Tirkiyeyê li dijî HDKyê lêpirsînek dabû destpêkirin û biryara destserkirina 60 kesan dabû.

Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê di çarçoveya lêpirsînê de 18ê Sibata 2025an li 10 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke hevwext dabû destpêkirin.

Di wê operasyonê de 53 kes hatibûn desteserkirin ku piraniya wan endamên HDK, DEM Partî, partiyên çep, rêxistinên civaka sivîl, çalakjvan û rojnmeger bûn.

22yê Sibata 2025an 30 kes ji wan bi biryara dadgeha Stenbolê hatibûn girtin.

Her wiha ji bo 13 kesan cezayê girtîgeha malê hatibû dayîn û 10 kes jî bi mercê kontrola dadî hatibûn berdan.