Plana Tirkiyeyê ya sala 2035an: Elektrîka ji ba

Enqere (Rûdaw) - Tirkiye hewl dide ku hilberîna xwe ya elektrîkê zêde bike ku yek ji wan projeyan jî zêdekirina elektrîka ji enerjiya ba ye.

Li gorî amarên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 406 santralên enerjiya ba hene.

Hikûmeta Tirkiyeyê hewl dide ku heta sala 2035an pişka elektrîka ku ji enerjiya ba tê hilberîn sê qatan zêdetir bike.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê salane derdora 362 milyon û 900 hezar megawatt elektrîk tê hilberîn.

Di nav vê qebareyê de jî derdora ji sedî 10,9 ji enerjiya ba tê hilberîn ku ew jî dike 39 milyon û 600 hezar megawatt.

Endezyarê Maxxen Energyê Mert Yilmaz li ser mijarê got:

"Roj bi roj pişka enerjiyên alternatîf li welatê me zêde dibe.

Ev yek ji bo kêmkirina kêmasiya budçeyê jî baş e.

Ji ber ku berê me zêdetir komir û gaz hawirde dikir û ev jî barekî giran bû li ser aborî û enflasyonê lê bi zêdebûna enerjiyên wekî ba û yên alternatîf barê aborî û bazara enerjiyê jî siviktir dibe."

Konferansa 15emîn a Enerjiya Ba

Îsal li Enqereyê jî bi beşdariya hevparên sektorê û di bin serperiştiya Wezareta Enerjiyê de Konferansa 15emîn a Enerjiya Ba hat lidarxistin.

Plana Tirkiyeyê ew e ku heta sala 2035an qebareya elektrîka ku ji enerjiya ba tê hilberîn bibe 120 milyon megawatt.

Berpirsê Herêma Pîşesaziyê ya Nîgdeyê Mahmut Peşîn jî diyar kir:

"Di asta wezaretê de beşdarî çêbû.

Bi taybetî jî birêz Wezîrê me gelekî girîngiyê dide enerjiya ba û êdî em dikarin ji ba li ser deryayan jî sûdê bibînin.

Gelek aktorên girîng ên sektorê amade ne.

Em jî li ser projeyeke depokirina elektrîka ji enerjiya ba dixebitin. Ev yek gelekî baş bû."

Endezyarê 3S Industry Group INCyê Eric Yuan Xu jî nêrînên xwe wiha anîn ziman:

"Kongreya îro gelekî profesyonel e.

Beşdarên li vir ne tenê bi enerjiya ba, di heman demê de bi hemû enerjiyên nûjenbar re jî eleqedar in.

Em dikarin bi xêra vê konferansê bi hevpeymanên xwe yên herêmî re jî pêwendiyeke baş ava bikin.

Organîzasyoneke gelekî baş e. Ez beriya niha ji Green Europeyê hatim lê konferansa li vir gelekî sûdmendtir e. Kongreyeke nuwaze ye."

Li gorî amarên Wezareta Enerjiyê, li Tirkiyeyê derdora 358 heta 360 milyon megawatt/saet elektrîk tê xerckirin.