Metropol: Eger HDP piştgirî bide dê hevpeymaniya Millet serbikeve

Navenda Nûçeyan - Li gorî anketa herî dawiyê ya navenda lêkolînan a Metropol, eger ku HDP piştevaniya hevpeymaniya Millet a CHP, IYÎ Partî, Seadet û Partiya Demokrat bike, wê demê bi rêjeya %1 a ciywaziyê, hevpeymaniya Milet serdikeve.

 

Li gorî rapirsiya Metropolê, asta dengên Hevpeymaniya Cumhûr a AKPê û MHPê ji sedî %46.1 e û ya hevpeymaniya Millet jî ku ji hevpeymaniya navbera CHP, ÎYÎ Partî û Partiya Saadetê pêk tê, %35.5 e.

 

Metropolê herwiha di vê rapirsiyê de rêjeya dengên HDPê jî aşkere kiriye û dibêje, dengên HDPê jî %11.5 e.

 

Li gorî wê navendê, dema ku dengên kesên bêbiryar û aliyên din jî bi ser wan lîstan ve bêne belavkirin, rêjeya dengên hevpeymaniya Cumhûr dibe %49.4 û rêjeya dengên Hevpeymaniya Milet jî dibe %38.1, herwiha rêjeya dengên HDPê jî zêdetir dibe û digihe %12.3.

 

Di rapirsiya Metropolê de hatiye, eger ku HDP piştevaniya bereya opozîsyonê bike, dibe ku di hilbijartinan de aliyên opozisyonê serbikevin; yan jî eger piştevaniya hevpeymaniya Cumhûr bike û herwiha eger bi serê xwe jî bimîne, wê demê hevpeymaniya Cumhûr serdikeve.