Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çankayayê hatin ba hev
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu civiyan.
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çarşemê li Tesîsên Civakî yên Ahlatlibelê ya Şaredariya Çankayayê hatin ba hev û ji çapemeniyê re girtî nêzîkî 2 saetan civîn kirin.
Kiliçdaroglu û Îmamoglu piştî hevdîtinê gava ji tesîsê derketin destê xwe ji rojnamevanan re hejandin û ti daxuyanî nedan.
Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen, heta li ber derê tesîsê hevaltiya Kiliçdaroglu û Îmamoglu kir û paşê xatir ji hev xwestin.
Kiliçdaroglu û Îmamoglu bi otomobîlên cuda çûn.
Li gorî Halk TVê daxwaza hevdîtin Kemal Kiliçdaroglu kiriye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse