Kiliçdaroglu û Îmamoglu civiyan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu civiyan.

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu û Şaredarê Bajarê Mezin yê Stenbolê Ekrem Îmamoglu îro Çarşemê li Tesîsên Civakî yên Ahlatlibelê ya Şaredariya Çankayayê hatin ba hev û ji çapemeniyê re girtî nêzîkî 2 saetan civîn kirin.

Kiliçdaroglu û Îmamoglu piştî hevdîtinê gava ji tesîsê derketin destê xwe ji rojnamevanan re hejandin û ti daxuyanî nedan.

Şaredarê Çankayayê Alper Taşdelen, heta li ber derê tesîsê hevaltiya Kiliçdaroglu û Îmamoglu kir û paşê xatir ji hev xwestin.

Kiliçdaroglu û Îmamoglu bi otomobîlên cuda çûn.

Li gorî Halk TVê daxwaza hevdîtin Kemal Kiliçdaroglu kiriye.