Demîrtaş: Ti bazar nîne çekdanîneke bi dilxwazî heye

Hewlêr (Rûdaw) - Rêvebirê Kompanyaya Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun ragihand ku wî bi Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş re li girtîgehê hevdîtin kiriye û Demîrtaş gotiye, “Bazarî nîne, çekdanîneke bi dilxwazî heye.”

Rêvebirê Kompanyaya Lêkolînan a Rawestê Roj Gîrasun ji Halk TVyê re, behsa gotinên Hevserokê Giştî yê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaş ên derbarê pêvajoya çekdanîna PKKyê de ki ku li Girtîgeha Edîrneyê pê re hevdîtin kiribû.

Roj Gîrasun wiha got, “Demîrtaş ji wê yekê kêfxweş e ku pirsgirêka Kurdan ji çekan tê paqijkirin û rêxistin xwe fesih dike.

Ya duyem, wekî ku Demîrtaş berê jî gotibû û îro jî ji min re got, dan û standinek nîne, muzakereyek nayê meşandin, çekdanîneke bi dilxwazî heye û ev jî bi veguherîneke zihnî pêk tê.

Ew dubare tekezî li ser şaşîtiya binavkirina vê pêvajoyê wekî danûstandinê dike.

Ew dîsa dubare tîne ziman ku ew tevlî wan fikaran nabe ku ev pêvajo dê rê li ber otorîterbûnê veke û ew dê ti carî pêşniyareke otorîterbûnê qebûl neke.

Her wiha tekez dike ku pêşniyareke demokratîkbûnê ji aliyê siyasî ve dikare bê axaftin û divê ev yek li ser bingeha xwezaya siyasetê were fêmkirin.

‘Kurd dê di dawiya vê pêvajoyê de piştgiriya kê bikin?’

Ew aciziya xwe li hemberî wê yekê tîne ziman ku mesele tim li ser vê xalê tê girêdan: 'Kurd dê di dawiya vê pêvajoyê de piştgiriya kê bikin?'.

Demîrtaş dibêje ku bi vî awayî Kurd ji aktorbûna sereke tên derxistin û dibin hêzeke yedek û divê li şûna pirsa 'Kurd dê di hilbijartinê de piştgiriya kê bikin?' carinan pirsa 'Kî dê di hilbijartinê de piştgiriya Kurdan bike?' jî were pirsîn.”