Nîqaşa Efûya Giştî: Partiya Vatanê pêşniyar kir, Saadetê rexne kir

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku 30 gerîlayên PKKyê çekên şewitandin pêvajoya çareseriy derbasî qonaxeke nû bû.

Niha, çarenivîsa girtiyên siyasî û îhtimala efûyê bûye rojeva sereke ya siyasetê.

Serokê Giştî yê Partiya Vatanê Dogu Perinçek pêşniyara xwe ya yasaya efûyê eşkere kir û got:

“Paqijkirina terorê ji jiyana welat bêguman armanceke girîng e lê yekgirtina wan kesên ku tevlî terorê bûne û wan welatiyên ku di bin kontrola wan de mane bi Komara Tirkiyeyê û neteweya Tirk re, armanceke stratejîk e.

Ji ber vê yekê me sernavê projeyasaya xwe wekî ‘Yasaya efûyê ya yekgirtina endamên rêxistina terorîst a hilweşiyayî PKKyê bi dewlet û civakê re’ diyar kir.”

Li girtîgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê zêdetirî 10 hezar girtiyên siyasî hene.

Ji wan hezar û 600 kes nexweş in û rewşa tenduristiya 355 kesan giran e.

Li aliyê din, Serokê Giştî yê Partiya Saadetê Mahmut Arikan bal kişand ser wê yekê ku çareserî ne tenê danîna çekan e û rexne li rewşa giştî girt û anî ziman:

“Aştî û aramî tenê bêdengkirina çekan nîne.

Heger aramî were vî welatî, divê ji bo her kesî be.

Îro li Tirkiyeyê raman tên cezakirin, ekran tên reşkirin, kedkar tên çewisandin, hêvî tên kuştin û zindan bi rêjeya ji sedî 140î tijî ne.

Zordariya biryarên bi hukmê qanûnê berdewam dikin û birêveberiyên xwecihî di bin zextê de ne.”

Tê payîn ku di rojên pêş de li Parlamentoya Tirkiyeyê komîsyonek were avakirin û bi derxistina yasayekê gavên pêvajoya çareseriyê bileztir bibin.