STENBOL - Îdiaya desteserkirina ji ber muzîka Kurdî: ‘Polîsan şkence kir’

 Hewlêr (Rûdaw) - Şaxa Stenbolê ya Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand ku malbatek ji ber ku li muzîka Kurdî guhdarî dikir, rastî tundûtûjiya polîsan hatiye û 10 endamên wê hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya OHDyê malbatek dema ji seyrangehê vedigeriya, ji ber ku di otomobîla xwe de li muzîka Kurdî guhdarî dikir, polîsên ne li ser kar vîdeoya wan girt.

Malbatê li hemberî vê yekê nerazîbûn nîşan da û li ser vê yekê hat îdiakirin ku “polîsan bi şkenceyê endamên malbatê desteser kirine”.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ji heman malbatê 10 kesên ku di nava wan de zarokek û jineke ducanî jî hene desteserkirî ne û 8 ji wan dê sewqî dozgeriyê bên kirin.

Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) got:

“Divê demildest lêpirsîn li ser wan polîsan were destpêkirin ku tehemula wan ji muzîka Kurdî re jî nîne û bi şkenceyê bersivê didin.

Divê polîsên sûcdar ji kar bên dûrxistin.”

Vîdeoya ku tê îdiakirin girêdayî bûyerê ye, li ser medyaya civakî hat parvekirin.

Di vîdeoyê de nîqaşa di navbera polîsan û kesên hatine desteserkirin de xuya dike.

Birêvebiriya Ewlehiyê ya Stenbolê heta niha derbarê bûyerê ti daxuyanî nedane.

Komeleya Hiquqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ragihand, “Ji bo ku ev sûc bêceza nemîne em dê şopînerê pêvajoyê bin.”