Parlamentoya Tirkiyeyê dest bi avakirina 'komîsyonê' dike

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentoya Tirkiyeyê ji bo birêvebirina pêvajoya çareseriyê dest bi amadekariyên avakirina komîsyoneke taybet kiriye û tê payîn ku komîsyon vê hefteyê were avakirin.

Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê bi nivîseke fermî ji partiyan xwestiye ku endamên xwe ji bo komîsyonê diyar bikin.

Komîsyon dê bi biryara Serokatiya Parlamentoya Tirkiyeyê were damezirandin û çarçoveya karê wê jî dê ji aliyê heman serokatiyê ve were diyarkirin.

Li gorî planê, komîsyon dê ji 35 endaman pêk were.

Partiyên xwedî fraksiyon dê her yek 5 endaman, partiyên bê fraksiyon jî dê nûnerekî bişînin.

Parlamenterên serbixwe jî dê bi avêtina pişkê 5 endaman diyar bikin.

Erka sereke ya komîsyonê amadekirina reşnivîsa çarçoveyeke yasayî ye ji bo endamên PKKyê yên ku çekan datînin e.

Armanc ew e ku bi derxistina yasayên nû rê li ber vegera gerîlayan a nava civakê were vekirin.

Pêvajoya çareseriyê piştî ku 30 gerîlayên PKKyê li Şikefta Caseneyê ya Silêmaniyê çekên xwe şewitandin careke din bi germî ket rojevê.

Ev wekî gava yekem a ji bo bidawîkirina şerê çekdarî yê ku bi dehên salan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê berdewam dike, tê dîtin.

Hikûmet û partiyên siyasî, ji bo birêvebirina pêvajoyê û misogerkirina zemîneke yasayî ji bo kesên ku ji rêxistinê vediqetin, li ser pêwîstiya avakirina komîsyoneke parlamentoyê li hev kiriye.