Li parêzgaheke din a herêma Deryaya Reş lehî rabû
Hewlêr (Rûdaw) - Piştî lehiyên li Bartin, Kastamonu û Sînopê yên Tirkiyê, li parêzgeha Rîzeyê jî lehî rabû ku dikeve herêma Deryaya Reş. Li gor medya Tirkiyê, li Rîzeyê ji ber barana zêde, li çend cihan erd herifî û ava Sûlava Agaran a li bajarokê Çayelî bi awayekî berbiçav zêde bû.
Li Rîzeyê roja Înê piştî nîvro baranê destpê kir û ber êvarkî zêde kir. Di encam de ava Sûlava Agaran a li bajarokê Çayelî bi awayekî berbiçav zêde bû, derdora sûlavê ji ber lehiyê hatin girtin û lehiyê zerar gihande navçeyê.
Herwiha li nehyeya Buyukkoyê ser bi bajarokê Çayelî ji ber zêdebûna asta avê li hinek cihan erd herifî û di encam de rêyên çûn û hatinê yên çar taxan hatin girtin. Li navçeyê barîna baranê berdewam e, lê heta niha derbarê zerar û ziyanên canî û maddî de ti agahî nehatine belavkirin.
Roja 11ê Tebaxa 2021ê, li beşê rojavayê herêma Deryaya Reş li Tirkiyê lehî rabû û hersê parêzgehên Bartin, Kastamonu û Sînop li xwe girtin. Ligel zerareke zêde ya maddî, heta niha 40 kesan canê xwe ji dest dane û 12 kesên din jî birîndar in.