ÇANAKKALE - Di qezayeke trafîkê de 6 kes mirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Yeniceyê ya parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê 2 otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes mirin.

Li parêzgeha Çanakkaleyê ku ev demeke dirêj e bi agir û şewata li daristanan di rojevê de ye şeva borî li nêzîkî gundê Çinarcikê du otomobîl li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirinê cenderme, tîmên tendirûstî û agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Hat ragihandin ku di bûyerê de 6 kes mirine û derbarê qezayê de lêkolîn hatiye destpêkirin.