Ozgur Ozel endamekî AK Partiyê bi gendeliyê tawanbar kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel, îdia kir ku endamê AK Partiyê Mucahît Bîrîncî çûye cem karsazê girtî Murat Kapkî û jê re gotiye, "Vê îfadeyê îmze bike, 2 milyon dolar bide û bi hêsanî ji girtîgehê derkeve."

Piştî van îdiayan, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê lêpirsîn da destpêkirin.

Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozel di civîneke çapemeniyê de navê endamê AK Partiyê Mucahît Bîrîncî eşkere kir û îdiayên mezin anîn zimên.

Ozel diyar kir ku Mucahît Bîrîncî serdana karsazê bi navê Murat Kapkî kiriye ku di çarçoveya lêpirsîna li Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê de girtî ye.

Li gorî îdiaya Ozel, Mucahît Bîrîncî tomareke ya îfadeyê ya amade ku 1,5 rûpel e, daye destê Kapkî û jê re gotiye: "Vê îmze bike, 2 milyon dolar bide û ji vir derkeve."

Serokê CHPyê her wiha diyar kir ku Bîrîncî ji Kapkî xwestiye ku di îfadeya xwe de navê hinek kesan bide, hevdîtineke ku neqewimiye wekî qewimî nîşan bide û jê re wiha gotiye: "Paşê dema te dît CHP bi pêş dikeve, tu dikarî li dadgehê bêjî 'Min ji bo xwe xilaskirinê wisa got' û xwe xilas bike."

Serdozgeriyê lêpirsîn da destpêkirin

Piştî daxuyaniyên Ozgur Ozel, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê ragihand ku derbarê îdiayên hevdîtina di navbera karsazê girtî Murat Kapkî û parêzer Mucahît Bîrîncî de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

Bîrîncî jî bersiv da Ozgur Ozel

Mucahît Bîrîncî yê ku di navenda îdiayan Ozgur Ozel de ye, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî bersiv da Ozel û got:

"Piştî ku ev zirtên te bi dawî bibin, ez dê di dema ku ez diyar bikim de bersivê bidim te. Zêde dirêj neke. Ti tişt dê ne wekî berê be."