Rêxistina Lêborîna Navdewletî: Êdî gaza îsotê nedin Tirkiyê
Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina lêborîna navdewletî dibêje, firotina gaza îsotê bo dewleta Tirkiyê divê bê rawestandin.
Rêxistina lêborîna navdewletî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ber destêwerdanên tund ên polîsên tirk li hember xwepêşandêran, pêwîst e firotina madeyê gaza îsotê ji dewleta Tirkiyê re bê rawestandin.
Rêxistina lêborîna navdewletî diyar kir ku heta ku Tirkiye li hember çalakiyên aştiyane, ew madeya gazê û tund û tûjiyê bikar bîne, pêwîst e ew made jê re neyê firotin.
Rêxistinê dest nîşan kir ku pêwîst e heta ku Tirkiyê mafên civînê û azadiya hizir û ramanan binpê dike, firotina otomobîlên polîsan ên êrîşker û gule û bombe û pêdiviyên wê jî li ser wê bên birrîn.
Wek tê zanîn di xwepêşandanên parka Gezî ya bajarê Stenbolê yên roja 28 Gulana 2013an de û yên li vê dawiyê rû dane de, ji sedema destêwedrdana polîsan pênc kes hatin kuştin û bi hezaran kes jî birîndar bûne.