Bayram Zîlan: Herî zêde pêwîstiya Kurdan bi partiyeke nû heye

Enqere (Rûdaw) - Şîrovekar Bayram Zîlan derbarê destjikarberdana Ahmet Davutoglu ji AK Partiyê û hewldanên bo avakirina partiyeke nû de got ku herî zêde pêwsîtiya Kurdan bi partiyeke nû heye.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ji endamtiya AK Partiyê îstîfa kir û ragihand, ew dê li Tirkiyê bizaveke nû ya siyasî dest pê bikin. Davutoglu di heman demê de rexneyên tund li Ak Partiyê girtin û got “ AK Partî ji bingehên siyaseta xwe ya destpêkî dûr ketiye.”

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu ku ev demeke nakokî di navbera wî û AK Partiyê de hene dest ji partiya xwe berda. Davutoglu biryara xwe di konferanseke rojnamevaniyê de aşkere kir. Davutoglu heman demê rexneyên tund li AK Partiyê girtin û behsa pêwistiya bereyeke nû ya siyasî jî kir.

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davutoglu, di gotara xwe ya dest ji berdana AK Partiyê de got, “Me bi salan kedeke zêde ya fikrî da vê partiyê, lê îro em ji partiya xwe îstifa dikin. Em spasiya hemû xebatkarên wefadar û kedkar dikin yên ku 18 salên bihûrî me bi wan re bi şanazî û serbilindî kar kiriye.  Em dixwazin sistemeke demokratîk ava bikin ku bi her awayî ji dinyayê re vekirî be û peywendiyên dostane û aştiyane digel heremê û cihanê pêk bîne û bibe hêviya nifşên nû.”

Aliyê hikumetê û AK Partiyê li hember destjikarkêşana Davutoglu zêde bertek nîşan nedan. Gotinên Davutolgu heman demê weke hewlekê ji bo avakirina partiyeke nû jî tên şirove kirin.

Kesayetekî Kurd yê nêzîkî Ahmet Davutoglu jî dibêje herî zêde Kurdan û Kurdistanê pêwîstî bi partiyeke nû heye.

Şirovekar Bayram Zîlan dibêje divê tevgera Ahmet Davutoglu û proseya avakirina partiya nû ji nêzîk ve bê şopandin û diyar dike ku peywendiyên wan li gel bajarên Bakûrê Kurdistanê jî hene. Bayram Zîlan radigihîne, “Di heman demê de peywendiya me bi Kurdistana Iraqê û Kurdên li rojavayê Tirkiyê re jî heye.  Aliyên ku peywendiya me bi wan re heye hemû jî vê proseyê bi nêzîkî ve dişopînin. Eger zimanekî guncav jî were ava kirin Kurd dikarin mafên xwe yên siyasî bidest bixin û bandorê li ser siyasetê bikin.” 

Li gel Ahmet Davutoglu heman demê parlameneterên berê yên AK Partiyê Ayhan Sefer Üstün, Selçuk Ozdag, Abdullah Başçi û serokê berê AK Partiyê yê Stanbolê Selîm Temurcî û serokê berê AK Partiyê yê Enqerê Nedîm Yamalî jî  ji Ak Partiyê îstîfa kirin.